'Em ê bi berxwedanê li dijî xespkirina vînê bi ser bikevin' 2024-11-06 19:24:24 NAVENDA NÛÇEYAN -  Berxwedana li dijî darbeya qeyûmê ya li dijî Şaredariya Esenyûrta Stenbolê û Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê şaredariyên Êlih û Xelfetiyê didomin. Bi talîmata wezareta karê hundir ji bo şaredariya bajarê Mezin a Mêrdînê, Êlih û Xelfetiyê yên di bin rêveberiya DEM Partiyê de, qeyûm hat tayînkirin. Bertekên li dijî tayînkirina qeyûman didomin.    AMED   Li Amedê Tevgera Jinan Azad (TJA), partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Parti), hevşaredar, parlamentera bajar Adalet Kaya û gelek nûnerên saziyan li Parka Rojava hatin gel hev. Polîsan dora girseyê giritn û girseyê bê navber dirûşmeyên "Berxwedan jiyane", "Jın jiyan Azadî","Biji berxwedana Batmanê", "Biji berxwedana Merdinê", Biji berxwedana Xelfeti" û "Biji berxwedana gelê Kurd" berz kirin.   Hevserokê DEM partî yê Amedê ewil axivî û da zanîn ku ew ê bertekên xwe yên li dijî qeyûman bînin ziman. Hevseroka DBP’a Amedê Sultan Yaray jî axivî û daxuyakirin ku wê tu carê qeyûman qebûl nekin.   Hevşaredarê Rezan Sîraç Çelîk jî axivî û got: “Bi salan e li ser vê axê qeyûm hene. Em dijhiqûqiyê qebûl nakin. Ew bi zor û zilmê hatin. Gelê me ew qebûl nekirin.Şaredarên me bi dengên mezin hatin ser peywirê. Lê wan tehemul nekirin. Em ê şûnde gavê navêjin.   Adalet Kaya jî axivî û wiha anî ziman: “Ji Colemêrgê destpêkirin heta Esenyurtê ev berdewam kirin. Em vê dijhiqûqiyê qebûl nekin. Ev darbeyek siyasiye. Tu aliyê wê yê hiqûqî tuneye.”   Çalakî bi dirûşmeyan bidawî bû.    Li Çewlîgê li pêşiya Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) çalakî hate lidarxistin. Aktivîstên Partiya Herêmên Demokratî (DBP), Tevgera Jinên Azad (TJA) û rêveberên DEM Partiyê tevlî daxuyaniyê bûn û pankarta “Em ê li dijî desteserkirina îradeyê bi berxwedanê bi ser bikevin” hate hilgirtin.   Di çalakiyê de Hevserokê DBP’ê yê Çewlîgê Levket Kalindamar axivî û diyar kir ku tayînkirina qeyûman ne hiqûqî ye û anî ziman ku wê têkoşînA li dijî vê dewam bike. Piştî daxuyaniyê çalakiya rûniştinê hate lidarxistin. Di çalakiyê de gelek caran dirûşmeyên “Dest nede îradeya min” û “Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin” hatin berkzirin.   COLEMÊRG   Li navenda şûka navçeya Gever a Colemêrgê bi pêşengiya DEM Partî, DBP û TJA’ê bi beşdariya sedan kesan li dijî darbeya qeyûmê meşa hate lidarxistin. Girseyê di meşê de pêşmalkên “Rêza li hemberî îrade, rê ji qeyûmê re nîne” li xwe kirin û dirûşmeyên “Berxwedan jiyan e”, “Bijî berxwedana gele Kurd”, “Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin”, “Wê qeyûm biçin û gel were”, “Kurdistan wê ji faşîzmê re bibe goristan” û “Bijî Serok Apo” berz kirin.   Piştî meşê, Parlamentera DEM Partî ya Colemêrgê Oznur Bartin daxuyanî da û wiha got: “Me tevî hemû polîtîkayên desthilatdariyê çok nedanî. Li dijî hemû bêhiqûqiyan serê me bilind e. Em ê bi vê biryardariyê serkeftinê bi dest bixin. Têkoşîna me her roj mezintir dibe. Em ê dîrokê binivsînin. Yekane peyama me ya li dijî kesên dixwazin me ji qirkirinê re derbas bikin ev e; ‘Xwelî li serê we be.’ Pêkanînên we yên faşîst wê têk biçin û em ê tevî her tiştê li ber xwe bidin.   Piştî daxuyaniyê girseyê dîsa dest bi meşê kir. Piştî meşê li qada rêxistina DEM Partî ya navçeyê lê çalakiya rûniştinê hate lidarxistin. Di çalakiyê de kilan hatin gotin û dirûşme hatin berzkirin.   MÛŞ   Rêxistinên DEM Partî û DBP’ê yên Mûşê û hevşaredar li navenda bajar serdana esnafan kirin û derbarê pêvajoyê de agahî dan. Welatiyan bertek nîşanî qeyûmê dan. Hevşaredar Tûba Sayilgan destnîşan kir ku divê li dijî desteserkirina qeyûmê têkoşîneke rêxistinkirî hebe.   ŞIRNEX   Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Şirnexê li Parka Çemrûk a Cizîrê qeyûman protesto kir. Polîsên Tirk xwesin çalakiyê asteng bikin. Gel li dijî astengiyê dirûşmeyên “Qeyûm wê biçin, em ê werin” û “Berxwedan jiyan e” berz kirin. Piştî ku girse demek dirêj di bin dorpêçê de ma, polîsan li dijî helwesta bi biryar a girseyê vekişiyan.   Girseya ku bi gerandina govendê tayînkirina qeyûman protesto kir, dest bi çalakiya rûniştinê kir. Hevserokê Egîtîm Senê Adnan Şenbayram li ser navê Şaxên KESK’ê yên Şirnexê ku ji bo piştevaniyê serdana çalakiyê kirin, axivî. Şenbayram diyar kir ku ew pêkanînên qeyûman qebûl nakin û anî ziman ku ew ê li dijî desteserkirina îradeyê bi gel re têbikoşin.   Parlementera DEM Partî ya Şirnexê Newroz Ûysal jî wiha got: “Em ê serî li hemberî qeyûman netewînin. Ya mafdar em in. Ji ber vê yekê wê çalakiyên me bidomin. Em qeyûman nas nakin. Îradeya gelê Kurd li ser biryarên desthilatdariya AKP-MHP’ê ye.”   Piştê axaftinan girseyê bi dirûşmeyên “Qeyûm wê biçin, em ê werin”, "Jin jiyan azadi", "Bijî berxwedana zindanan", "Ji Cizîrê ji bo Êlihê hezar silav” dest bi meşê kirin.   Kesên derdor piştgirî dan meşa gel. Dema gel gihiştin avahiya DEM Partî ya navçeyê çalakiya xwe bi dawî kirin.