Tunç têkildarî ‘Mafê hêviyê’ got: Mijarên li Meclisê tên axaftin in 2024-11-11 15:47:26 ENQERE - Wezîrê Edaletê Yilmaz Tunç têkildarî “Mafê hêviyê” ku Bahçelî ji bo Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan gotibû axivî û wiha got: “Mijarên li Meclisê li ser tê axaftin in.”  Wezîrê Dadê yê dewleta tirk Yilmaz Tunç têkildarî geşedanên di rojevê de pirsên rojnamegeran bersivand. Tunç, ji bo tayînkirina qeyûman îdiaya “girtina ji peywirê ya demkî ye” kir. Tunç, got. “Bi taybet jî lêpirsînên beriya weke şaredar bên hilbijartin hatine destpêkirin hene. Lêpirsînên piştî weke hevşaredar hatin hilbijartin hatine destpêkirin jî hene. Heke lêpirsînên dema YSK namzetiyê qebûl dike berdewam dikin hebin, YSK li qeyda sebiqeyê dinêre. Rayeya YSK’ê ya redkirina namzetiyê nîne. Dema hukmek teqez bû, serokatî dikeve û Meclis hildibijêre. Li vir darazeke teqezbûyî tune ye. Bi demkî ji peywirê hatine dûrxistin û li şûna wan demkî kes hatine peywirdarkirin.”    DAXUYANIYA TÊKILDARÎ ‘MAFÊ HÊVIYÊ’   Rojnamegerekî daxuyaniya Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî ya têkildarî “Mafê hêviyê” yê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi bîr xist û pirsa “Gelo tiştekî wiha pêkan e” kir. Tunç, ev pirs wiha bersivand: “Bêguman ev mijar ew mijar in ku li Meclisê li ser tê axaftin.”