Êrişên ser Çapemeniya Azad dê li Tunela Taksîmê bên protestokirin 2024-11-12 12:31:00 STENBOL - DÎSK Basin-Îş dê êrişên li dijî xebatkarên Çapemeniya Azad li Tunela Taksîmê protesto bike.  Sendîkaya Xebatkarên Çapemenî Weşan Çapxaneyê (DÎSK Basin-Îş) dê êrişên polîsên ên di dema çalakiyên protestokirina tayînkirina qeyûman a li şaredariyên Mêrdîn, Êlih û Xelfetî ya Rihayê de li dijî xebatkarên Çapemeniya Azad kirin, li Taksîm a Stenbolê protesto bike. Çalakî dê di 16’ê mijdarê saet di 13.30’ê de li Tunela Taksîmê bê lidarxistin. Her wiha dê “Qanûna Sîxûriyê Bandoê” jî bê protestokirin.