Dadgeha Bilind biryara ‘Doza Qontaxê’ erê kir: Polîs hate girtin 2024-11-12 15:59:59 WAN - Ji ber ku bi qontaxa çekê zarokê bi navê Seyfûllah Turan bi giranî birîndar kiribû, 6 sal û 3 meh cezayê hefsê li polîsê tîma taybet Bahadir Turan hatibû birîn. Dadgeha Bilind ceza erê kir û polîs Turan hate girtin.  Zarokê 14 salî Seyfûllah Turan dema di sala 2009’an de li navenda Colemêrgê li qadeke vala bi hevalên xwe re futbolê dilîst, polîsê tîma taybet Bahadir Turan bi qontaxa tifinga xwe li serê wî xist û bi giranî birîndar kir. Ji ber sûcê “Birîndarkirina biwesf” 6 sal û 3 meh cezayê hefsê li polîs Turan hatibû birîn. Dadgeha Bilind ceza erê kir. Bi erêkirina cezayê re polîs Turan hate girtin û şandin Girtîgeha Paşakapisi ya Uskudarê.    BIRYARA DADGEHÊ   Dadgeha Bilind di biryara xwe de îdia kir ku pêvajoya darizandina Turan li gorî usûl û qanûnan hatiye kirin. Dadgeha Bilind, bi domdarî got: “ (...) di navbera aliyan de tu sedemên berê ku rê li ber dijminatiyê û bûyerê vekin tune bûn, li gel ku derfeta polîsê bersûc hebû jî bi qontaxa tifinga gazê bi kar anî, bersûc bi xwe çalakiya xwe bi dawî kir. Dema li van daneyan tê nihêrtin, tê fêmkirin ku bersûc bi qesdî rê li ber birîndarkirinê vekiriye û cezayê lê hatiye birîn di cih de ye.”    Dadgeha Bilind cezayê 6 sal û 3 mehan ê polîsê bersûc Bahadir Turan erê kir. Bi erêkirina cezayê re Turan hate girtin û şandin Girtîgeha  Paşakapisi ya Uskudarê.