Têkildarî kuştina Çitay 3 polîs ji peywirê hatin dûrxistin 2024-11-13 14:54:56   ÇEWLIG - Walîtiya Çewligê ragihand ku ji ber kuştina Sînan Çitay, 3 polîs ji peywirê hatin dûrxistin.    Walîtiya Çewligê têkildarî Sînan Çitay ku şevê din ji hêla polîsan ve hatibû kuştin, daxuyanî da. Walîtiyê îdia kir ku dema Çitay ji polîsan direviya hatiye kuştin û polîsên Çitay kuştin hatine binçavkirin. Walîtiyê, got ku 3 polîsên li cihê bûyerê ji peywirê hatine dûrxistin.    Walîtiyê îdia kir ku piştî biryara binçavkirinê bangî Çitay hatiye kirin û dema ji bo rapora bijîşk dibirin Nexwexşaneya Dewletê ya Çewligê, bi hinceta “girtina deriyê kargeha xwe” hewl da bireve. Walîtiyê, bi domdarî îdia kir ku polîsan ji bo sekinandinê bi guleyan “mudaxile” kirine, Çitay bi giranî birîndar bûye û li Nexweşxaneya Dewletê ya Çewligê jiyana xwe ji dest daye.    Bi domdarî hate gotin ku têkildarî bûyerê mifetîş hatiye peywirdarkirin.