Bîranîna Seyîd Riza: Cihê gorê wî eşkere bikin 2024-11-15 15:21:20   MÊRSÎN - DAD’ê bang kir ku cihê gorê Seyîd Riza û hevalên wî yên 87 sal berê hatin qetilkirin bên eşkerekirin.    Komeleyên Elewiyan ên Demokratîk (DAD) bi boneya 87’emîn salvegera qetilkirina Seyîd Riza û hevalên wî, daxuyanî da. Daxuyanî, li pêşiya avahiya komeleyê ya li navçeya Akdenîz a Mêrsînê hate dayin. Gelek kes tev li daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta “Mazlum bêçare, mekan bêriza, zeman bêxwedî nîne” hate hilgirtin.    ‘NEVIYÊN WÎ SERÎ NATEWÎNIN’   Gelek caran dirûşma “Li dijî faşîzmê mil bidin milên hev” hate berzkirin. Hevserokê Şaxa DAD’ê ya Mêrsînê Huseyîn Aral, Seyîd Riza, hevalên wî û hemû kesên di Komkujiya Dêrsimê de hatin qetilkirin bi bîr anî. Aral, got ku dê neviyên Seyîd Riza jî serî li ber zilm, zordarî û polîtîkayên asîmîlasyonê netewînin.    Di daxuyaniyê de ev daxwaz hatin rêzkirin:   “* Bila cihê gorên Pîr Seyîd Riza û rêhevalên wî bên eşkerekirin û astengiyên li pêşiya veguhestina wan a Dêrsimê bên rakirin.    * Divê bi komkujiyê re hevrûbûnek çêbibe û navê Dêrsimê lê were vegerandin.    * Divê navên kesên di dema komkujiyê de hatine sirgûnkirin û zarokên ji malbat û civaka xwe hatine veqetandin bên eşkerekirin û aqûbeta wan bi raya giştî re bên parvekirin.    * Hewceye arşîv bên vekirin û ji gelê Dêrsimê lêborîn were xwestin.    * Divê zexta li ser ziman û baweriyên Dêrsimê bên bidawîkirin.”