Îmamoglû hat Mêrdînê 2024-11-16 12:31:52   MÊRDÎN - Şaredarê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê û Serokê TBB'ê Ekrem Îmamoglû, çû serdana Hevşaredarên Mêrdînê yên qeyûm tayinî şûna wan hat kirin.    Şaredarê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê û Serokê Yekîtiya Şaredariyên Tirkiyeyê (TBB) Ekrem Îmamoglû û şandeya pê re hatin Mêrdînê. Hevşaredarên Mêrdînê Ahmet Turk û Devrîm Demîr ên qeyûm tayinî şuna wan hat kirin û Hevşaredarên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak û Dogan Hatûn, Îmamoglû pêşwazî kirin. Cîgirê Hevserokatiya Giştî ya DEM Partiyê yê ji Rêveberiyên Xwecihî Berpirsiyar Mehmet Ruştu Tiryakî jî beşdarî pêşwazîkirinê bû. Îmamoglû paşê tevî DEM Partiyayn çû mala Ahmet Turk a li Dêrikê.