Piştî mitîngê meş hat lidarxistin 2024-11-17 16:27:05   ÊLIH - Li Êlihê ciwanan piştî mitînga “Demokrasî û Azadiyê” bi dirûşma “Jin, jiyan, azadî” meş li dar xistin.    Mitînga “Demokrasî û Azadiyê” ya Platforma Saziyên Demokratîk li Êlihê li dar xistî, bi dawî bû. Ciwanên tev li mitîngê bûn, piştî mitîngê bi dirûşmên “Jin, jiyan, azadî” û “Êlih dê ji faşîzmê re bibe goristan” meş li dar xistin.    Polîsan bi ava şid êrişî meşa ciwanan kirin. Heta demekî rageşî berdewam kir û piştre bi dawî bû.