Hunermend Hozan Aydin krîza dil derbas kir 2024-11-20 09:40:48 NAVENDA NÛÇEYAN - Hunermend Hozan Aydin krîza dil derbas kir û anjiyo bû.  Hunermend Hozan Aydin (62) li paytexta Almanyayê Berlînê krîza dil derbas kir. Hat zanîn ku Aydin pêr krîza dil derbas kiriye û rakirine Nexweşxaneya DRK Köpenickê. Hat tespîtkirin ku 3 demarên Aydin xitimî ne. Piştî tetkîkên li nexweşxaneyê, Aydin anjiyo bû. Bijîşkan da zanîn ku xetereya jiyanî ya li ser Hozan Aydin rabûye lê ji ber ku demarên wî hêj xitimî ne, rewşa wî krîtîk e. Tedawiya Hozan Aydin didome.