'Gelê kurd nîşan da ku kesek nikare îradeya wan manîpule bike’ 2024-11-20 10:36:06 AMED - Nûnerê SYKP’Ê yê Ewropayê Tuncay Yilmaz diyar kir ku bi mitînga Kolnê re kurdan nîşanî dewlet û hêzên navneteweyî dan ku gelekî birêxistinkirî ye, dizane ka çi dixwaze û kesek nikare îradeya wan manîpule bike.  Di 16’ê mijdarê de li Koln a Almanyayê di çarçoveya kampanyaya navneteweyî ya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka kurd çareseriya demokratîk” de mitîng hat lidarxistin. Nûnerê Partiya Jinûvedarizandina Sosyalîst (SYKP) Tuncay Yilmaz derheqê mitîngê de axivî û got ku gelê kurd xwedî li îradeya xwe û têkoşîna aştiyê derketiye. Yilmaz, da zanîn ku peyamên di mitîngê de hatin dayin, di qada neteweyî û navneteweyî de deng vedane. Yilmaz, wiha domand: “Li gorî min aliyê herî girîng ê mitîngê ew bû ku gelê kurd li dijî hewayê ximamî ku dewlet û îktîdarê dixwest ava bike, xwedî li îradeya xwe derket. Bi hezaran kurdên ji neçarî li Ewropayê dijîn û dostên wan, daxwaza azadiya birêz Abdullah Ocalan kirin û gotin; ‘Em bi we re lîstikan nalîzin.’ Seknekî zelal bû. Gelê kurd aştî û çareseriyê dixwaze lê di tu şertan de îradeya xwe naterikîne.”    'DEZONFORMASYON VALA HATE DERXISTIN’   Bi domdarî Yilmaz diyar kir ku hesabên trol ên girêdayî dewletê hewl dan mitîngê weke ne girîng be û tevlibûna wê kêm be nîşan bidin û ev tişt anî ziman: “Lê belê vîdeo û wêneyan ev dezenformasyone vala derxist. Dewletê û hêzên navneteweyî li vê mitîngê nihêrtin û ev dîtin; gelê kurd birêxistinkirî ye, dizane bê ka çi dixwaze û xwedî îradeyeke wisa ne ku nayê manîpulekirin.”    'TECRÎD BANDORÊ LI GELÊN HERÊMÊ JÎ DIKE’    Bi domdarî Yilmaz destnîşan kir ku tecrîda girankirî ya li ser Abdullah Ocalan berdewam e û wiha got: “Ev polîtîkaye ne tenê gelê kurd, bandorê li gelên herêmê jî dike. Tecrîdkirina birêz Ocalan, tecrîdkirina hêviya aştî û çareseriyê ye. Fikrên birêz Ocalan, bingeha jiyaneke wekhev û azad in. Ev fikir bi kêrî berjewendiyên hêzên herêmî û navneteweyî nayên lewma dixwazin bêdeng bikin. Modêla birêz Ocalan a azadiya jinê, ekolojîk û wekheviya gelan esas digire girîng e. Van fikran li seranserî cîhanê deng vedan. Ev fikir ji bo gelên bindest û kedkaran pir biqedr in. Paradîgmaya modernîteya demokratîk a birêz Ocalan, li dijî pergala kedxwar û zextker a kapîtalîst tekane alternatîfa rasteqîn e.”    'DIVÊ BERXWEDAN BÊ MEZINKIRIN’   Yilmaz, anî ziman ku divê tecrîd were şikandin û zemîneke ku li ser fikrên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi awayeke azad nîqaş tên kirin ava bibe. Yilmaz, axaftina xwe wiha qedand: “Ji bo aştî û çareseriyê ev yek girîng e. Lê ev yek, bi saya têkoşîna hevpar a gelan û mezinkirina berxwedanê pêkan e. Îradeya gelê kurd û daxwaza wan a aştiyê peyameke xurt da raya giştî ya cîhanê. Mitîng ne tenê protesto, her wiha li dijî şerê tê ferzkirin, banga pêşeroja wekhev û azad a gelan bû. Heke em bi hev re têbikoşin dê bikarin aştiyê pêk bînin.”    MA / Delal Akyuz