Encama Pêşbirka Resman a Ceylan Onkolê diyar bû 2024-11-20 13:07:58 AMED - Şaxên Egîtîm Senê yên Amedê encama 15’emîn Pêşbirka Resman a Ceylan Onkolê eşkere kir.  Şaxên Sendîkaya Kedkarên Perwerde û Zanistê (Egîtîm Sen) yên Amedê, bi boneya 20’ê Mijdarê Roja Mafên Zarokan a Cîhanê, bi navê Ceylan Onkol (12) a di encama topbarana qereqola cendirmeyan de li Licê ya Amedê hatibû qetilkirin, “15’emîn Pêşbirka Resman a Ceylan Onkolê” li dar xistibû. Şaxên Egîtîm Senê encamên pêşbirkê eşkere kir. Encamên pêşbirkê li Şaxa Hejmar 2 ya Egîtîm Senê bi daxuyaniyekê hate eşkerekirin. Sekretera Şaax Amedê Ozgur Guger Pekgul encam ragihand.    XWENDEKARÊN XELAT WERGIRTIN    Ozgur Guger Pekgul da zanîn ku di pêşbirkê de, di nava xwendekarên dibistana seretayî de Zeynep Kaçmaz, Arvîn Lena Karakoyun, Tuana Çatak; di nava xwendekarên dibistana amadehî de Bedîrhan Denîz, Lara Îbrahîm, Hatîce Demîrel ketin dereceyê.