Ji TUAY-DER’ê ji bo girtiyan kampanyeyeke nû 2024-11-20 15:33:12   AMED - TUAY-DER’ê ragihand ku dê ji bo girtiyan kampanyaya şandina pereyan bidin destpêkirin.    Li Amedê dê bi pêşengtiya Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtiyan re (TUAY-DER) û bi dirûşma “Şandina pereyan a ji girtiyan re sûc nîne” ji girtiyan re pere bên şandin. TUAY-DER’ê têkildarî mijarê wiha got: “Em piştevaniya xwe ya li djî astengiyên şert û mercên girtiyan ên li girtîgehan giran dikin, xurt dikin. Ji bo piştevaniya bi girtiyan re û ji bo nîşan bidin ku bi tenê nînin, em ê li pêşiya PTT’a Ofîsê bên gel hev. Tevahiya saziyên demokratîk û gelê xwe yê bihestiyar jî vedixwînin wê derê. Em bi hev bihêtir in, piştevanî dide jiyîn.”    Di daxuyaniyê de hat gotin ku dê sibe tevî xizmên girtiyan saet di 11.00’ê de li pêşiya PTT a Semta Ofîsê ya Bajarê Nû bên gel hev, dê daxuyanî were dayin û piştre jî ji girtiyan re pere bên şandin.