Li Wanê piştgirî dan kampanyaya ‘pereşandina ji girtiyan re' 2024-11-26 15:18:32 WAN - TUHAY-DER a Wanê di çarçoveya kampanyaya “pereşandina ji girtiyan re” ji girtiyan re pere şand.  Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUHAY-DER) ya Wan tev li kampanyaya bi dirûşma “Şandina pereyan a ji girtiyan re sûc nîne” bû. Li PTT’a ser Cadeya Cumhuriyetê ji girtiyan re pere şand.    Beriya şandina pereyan, bi tevlibûna nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl daxuyanî hate dayin. Hevserokê Giştî yê TUHAY-DER a Wanê Çetîn Uyar di daxuyaniyê de bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û da zanîn ku ev tecrîd li girtîgehan belav bûye. Uyar, wiha got: “Aliyeke din a polîtîkaya tecrîdê jî ew e ku malbat nikarin ji zarokên xwe re pereyan bişînin û ev jî bandoreke tecrîdê ye. Em li dijî van polîtîkayên tecrîdê derdikevin û dibêjin ‘êdî bes e.’ Heke hûn bixwazin destê aştiyê dirêj bikin, ji ewil tecrîdê bi dawî bikin. Em dixwazin tecrîdê bişikînin. Şandina pereyan a ji girtîgehan re sûc nîne.”