Binçavkirina rojnamegeran dê sibe li Amedê bê protestokirin 2024-11-26 16:33:04 AMED - Binçavkirina rojnamegeran dê sibe li Amedê bê protestokirin.  Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Eskîşehîrê de li Amed, Êlih û Stenbolê bi ser malên gelek rojnamegeran de hate girtin û hatin binçavkirin. Têkildarî binçavkirina 8 rojnamegeran ku Seroka Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) Roza Metîna jî di nav de ye, sibe dê li Amedê daxuyanî bê dayin.    Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG), MKG, DÎSK Basin-Îş û Sendîkaya Rojnamegeran a Tirkiyeyê (TGS) dê sibe binçavkirina rojnamegeran protesto bike. Daxuyanî dê saet di 13.30’ê de li pêşiya DFG’ê bê dayin.    Li hêla din îro dê saet di 21.00’ê de li ser platforma X’ê xebata hashtagê ya “#Gazeteciliksucdegildir” were kirin.