Ciwanên êrişên dewleta tirk kişandin ji hêla PDK’ê ve hatin binçavkirin 2024-11-27 15:21:41 NAVENDA NÛÇEYAN - Sê ciwanên êrişên dewleta tirk ên li dijî gundê Guherzê yê Herêma Federe ya Kurdistanê kişandin û li ser hesabên xwe yên medyaya dijîtal parve kirin, ji hêla PDK’ê ve hatin binçavkirin.  Beriya çend rojan 3 ciwanên gundê Guherzê ya bajarokê Dêrelokê yê navçeya Amediye ya Dihokê, dîmenên bombebarana dewleta tirk qeydkirin û belav kirin. Li gorî nûçeya Rojnewsê; çekdarên PDK’ê li ser daxwaza dewleta tirk bi ser gund de girtin û her sê ciwan binçav kirin.    Li gorî agahiyan; endamên PKK’ê di 20’ê mijdarê de li dijî leşkerên dewelta tirk çalakî kirin û dewleta tirk jî herêm bombebaran kir. Hejmarek ciwanên ji gundê Guherzê jî bi telefonên xwe dîmenên bombebarana dewleta tirk qeyd kirin û parve kirin. Çavkaniyan da zanîn ku ciwanên dîmen dikişandin ji hêla baregeha leşkerî ya dewleta tirk ve hatine dîtin û li ser daxwaza wan, hêzên PDK’ê bi ser gund de girtin. Di serdegirtinê de ciwanên bi navên Awar Mihemed Tahîr, Rêdûr Tofîq û Amed Tofîq hatin binçavkirin.    Hate diyarkirin ku ciwanên hatin binçavkirin 3 roj in li Asayîşa Dêralokê têne girtin û telefonên wan jê hatine girtin.