Mûrat Karayilan: Dê nekarin ji vê rêbazê encam bigirin 2024-11-28 09:35:08 NAVENDA NÛÇEYAN - Fermandarê Biryargeha Navendî ya NPG’ê Mûrat Karayilan bal kişand ser qedexeya hevdîtinê ya bi Abdullah Ocalan re û tayînkirina qeyûman û wiha got: “Bi vê rêbazê nikarin emcamekî bi dest bixin. Bila dev ji taktîka zexta li ser Rêbertiya me berdin.”  Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF); Fermandarê Biryargeha Navendina Parastina Gel (NPG) Mûrat Karayilan diyar kir ku ji bilî bangawaziyên Devlet Bahçelî heta niha têkildarî çareseriya pirsgirêka kurd tu gav nehatine avêtin. Karayilan, got: “Tevgera me got; ‘em li gel pêvajoya Rêber Apo pêş dixe ne.’ Tevgera me ev yek bi eşkereyî got lê dewleta tirk tevî ewqas dem derbas bû jjî tu gav neavêt. Tenê 2-3 caran gotin ku li gel bangawaziyên Bahçelî ne. Ji bilî vê tiştek nekirin.”    'TU PEYAM BO ME NEHATINE'   Mûrat Karayilan, îdiayên ku dibêjin Abdullah Ocalan ji PKK’ê re peyam şandiye derewand û ev tişt anî ziman: “Gotin; ‘hevdîtin hene’; Rêber Apo ji PKK’ê re peyam şandiye lê PKK’ê qebûl nekiriye. Bi vî awayî dixwazin serê civakê tevlihev bikin. Di çarçoveya şerê taybet de propagandayê dikin. Em bi eşkereyî bibêjin; ji bilî wê peyama ji du hevokan pêk dihat a piştî hevdîtina Rêber Apo ya bi Omer Ocalan re bi raya giştî re hatibû parvekirin, tu peyam negihiştine ber destê Tevgera me. Ji dewleta tirk jî tu peyam bo me nehatine. Bi kurtasî li holê tu tiştên şênber tune ne lê bi nûçeyên vî rengî weke ku pêvajoyek hebe nîşan didin.”    Bi domdarî Karayilan ev tişt anî ziman: “Weke tevger me wate da bangawaziya Bahçelî; lewma me got ku em li gel pêvajoyeke Rêber Apo dide destpêkirin in. Piştî gotinên Bahçelî, tu gavên mirov erênî binirxîne nehatine avêtin.”    'PIRSGIRÊK BI BANGAWAZIYAN ÇARESER NABE’    Di berdewamê de Karayilan anî ziman ku pirsgirêka herî sereke û cidî ya Tirkiyeyê pirsgirêka kurd e û ev nirxandin kir: “Wisa bi çendek bangawaziyan çareser nabe. Ji hêla qanûn û makeqanûnan ve divê guherîn û sererastkirinên bingehîn bên kirin. Nexwe çareser nabe. Lewma jî heta gavên cidî, pêbawer neyên avêtin kes bawer nake û mimkin nîne gav bên avêtin. Madem li holê tiştekî wiha nîne, wê demê tiştekî bi navê çareseriyê jî tune ye. Berevajî vê nermkirina hedefê û êrişên tunekirinê hene.”    ‘DÊ ENCAMÊN WAN GIRAN BIN’   Mûrat Karayilan, got ku divê Abdullah Ocalan ji hêla fîzîkî ve azad bibe û ev tişt anî ziman: “Hevdîtina dawî ya bi malbatê re nayê wateya rabûna tecrîdê.” Karayilan, bal kişand ser qedexeya hevdîtinê ya bi malbat û parêzeran re û tayînkirina qeyûman û wiha got: “Van tevan bi mebesta zextê dikin. Dê nekarin bi vê rêbazê encamekî bi dest bixin. Beriya her tiştî divê dewlet êdî dev ji vê rêbazê berde kul hewl dide bi rêya zext û tundiyê encamê bi dest bixe. Nêzikatiyeke wiha ne exlaqî ye ne jî hiqûqî ye; baweriyê bi temamî ji holê radike û kiriyarekî dermirovî ye. Zextê li Rêbertiya me dike û divê êdî dev ji vê taktîka xwe berde. Divê were zanîn ku heke bi dawî neke, dê encamên vê giran bin.”