Tahîr Elçî li gelek bajaran hat bibîranîn: Faîlan derxînin holê 2024-11-28 15:17:53 NAVENDA NÛÇEYAN - Serokê Baroya Amedê Tahir Elçî di 9’emîn salvegera qetilkirina xwe de li gelek bajaran hat bibîranîn û hat xwestin ku faîl bên girtin û edalet pêk bê.  Serokê Baroya Amedê Tahir Elçî di 28’ê Mijdara 2015’an de li ber Mînareya Çarling a navçeya Sûrê ya Amedê hatibû qetilkirin. Bi boneya 9’emîn salvegera qetilkirinê de Elçî li gelek bajaran hate bibîranîn. Di daxuyaniyan de beşdaran bertek nîşanî nedîtin û nedarizandina faîlan dan.    ÎZMÎR   Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD), Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (THÎV), û Komeleya Hiqûqnasên ji bo Edaletê li ber Edliyeya Îzmîrê ya li Bayrakliyê daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de pankarta “Tahir Elçî nemir e” hate hilgirtin û gelek caran dirûşmên “Tahir Elçî nemir e” û “Dewleta kujer dê hesabê bide” hatin berzkirin. Serokê Baroya Îzmîrê Sefa Yilmaz û rêveberên Partiya Wekhevî û Demokasiyê ya Gelan (DEM Partî) jî tev li daxuyaniyê bûn.    Hevserokê Şaxa ÎHD’a Îzmîrê Alî Aydin diyar kir ku Tahir Elçî têkoşerê aştî û mafên mirovan bû. Aydin, anî ziman ku Elçî ji salên 90’î ve parastina bi hezaran kesên îşkence lê hatiye kirin û ji cih û warên xwe hatine kirin.    Serokê Baroya Îzmîrê Sefa Yilmaz diyar kir ku ev 9 sal in hêzên li pişt kujeran nehatine eşkerekirin û da zanîn ku dê navê Tahir Elçî li eywaneke Baroya Îzmîrê bikin.    EDENE   Şaxa ÎHD’a Edeneyê jî li Parka Înonuyê daxuyanî da. Serokê Şaxa Edeneyê Yakup Ataş got ku ew di ferqa giraniya mîrateya Tahir Elçî de ne û ev tişt anî ziman: “Ji bo faîlên rast bên darizandin û edalet cîbicî bibe dê bênaver têbikoşin.”    STENBOL   Rêxistinên hiqûqê li pêşiya Edliyeya Stenbolê ya li Bakirkoyê daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de pankarta “Tahir Elçî nemir e” hate hilgirtin û gelek caran dirûşmên “Bijî aştî” û “Em hemû Tahir Elçî ne” hatin berzkirin.    Hevseroka Şaxa OHD’a Stenbolê Eda Onal got ku têkildarî sûîqestê lêpirsîneke baş nehatiye kirin û wiha dom kir: “Darizandin, bi polîtîkaya necezakirinê biencam bû, berpirsyarên rasteqîn derneketin holê û derheqê hemû polîsan de biryara beraetê hate dayin. Bi vê yekê re faîl bi necezakirinê hatin xelatkirin. Em Tahir Elçî yê ji ber kurdbûna xwe hedef hate nîşandan bi hezkirin û birêzdarî bi bîr tînin.”    Endamê Lijneya Rêveber a Baroya Stenbolê Firat Epozdemîr jî wiha got: “Pêvajoya ber bi qetilkirina kekê Tahir ve diçî, mixabin di 20’ê cotmeha 2025’an de li Edliyeya Bakirkoyê ya li pişt me dest pê kir. Kekê Tahir di bernameyeke televîzyonê de fikrên xwe parve kir û rastî kampanyaya lînçkirinê hat. 9 sal berê îro li Amedê ku malovaniya gelek şaristaniyan kiriye hate qetilkirin. Bi biryarên beraetê faîlên wî hatin xelatkirin.”