Nehiştin Hevşaredarên Êlihê derbasî şaredariyê bibin 2024-11-28 15:41:19 ÊLIH - Hevşaredarên Êlihê Gulistan Sonuk û Yeşîl Işik û endamên meclisê xwestin derbasî avahiya şaredariyê bibin lê ji hêla polîsan ve hatin dorpêçkirin û nehiştin bikevin hundir.  Hevşaredarên Êlihê Gulistan Sonuk û Yeşîl Işik ku li şûna wan qeyûm hate tayînkirin û endamên Meclisê xwestin derbasî avahiya şaredariyê bibin lê ji hêla polîsan ve hatin astengkirin. Hevşaredar û endamên meclisa şaredariyê 100 metre nêzî şaredariyê hatin astengkirin û piştre jî ji hêla polîsan ve hatin dorpêçkirin.    Di dorpêçê de dirûşmên “Jin, jiyan, azadî” û “Bijî berxwedana Batmanê” hatin berzkirin. Hevserokê DEM Partiyê yê Êlihê Mûstafa Mesût Tekîk di dorpêçê de axivî û wiha got: “Em, qeyûman weke êrişeke li dijî îradeya gel dibînin. Em vê qebûl nakin. Heta ku hevalên me dîsa li peywira xwe vedigerin em ê dev ji têkoşîna xwe bernedin.”    Hevşaredar û endamên meclisê hêj jî di dorpêçê de li ber xwe didin.