ROJEVA 30'YÊ MIJDARA 2024'AN 2024-11-30 09:00:03   * Hevserokê Şaxa ÎHD'ê ya Wanê Salîh Coşkûn diyar kir ku zextên li ser girtiyan ji ber tecrîda Îmraliyê pêk tên û got ku darizandinên bi hinceta ji girtiyan re pere hatiye şandin, tu bingeheke xwe ya hiqûqî tune ye.   * Akademîsyen Neşe Ozgen ku yek ji îmzevana metna 'Em dixwazin hêvî bikin û îhtîmala aştiyê mezin bikin', xwest ku tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe û got: "Tecrîd ne tenê êrişa li dijî azadiya ferdekî ye, di heman demê de êrişa li ser aştiya civakî ye jî."   * Hevşaredara Dêrsimê Bîrsen Orhan a ku qeyûm li şûna wê hat tayinkirin û cezayê hepsa malê lê hat birîn got: "Her çend me di malan de bihêlin, me bişînin zindanan, me dîl bigirin, me bişînin sirgûnê jî, her der qada berxwedan û têkoşînê ye."   * Wê li gelek bajaran tayinkirina qeyûm a li Şaredariya iksê bê protestokirin.    * Dayikên Şemiyê wê li Qada Galatsarayê cara 1027'emîn li hev kom bibin. (12.00)   * ÎHD û xizmên windayan dê li Amed, Êlih, İzmir û Colemêrgê çalakiyên we yên heftane li dar bixin.    * 8'emîn Pêşangeha Pirtûkan a Amedê, wê dest pê bike. (12.00)   * Li Stenbol û Enqereyê wê der barê girtiyên nexweş de daxuyanî bên dayîn. (13.30)