Êriş li ser sînor hatin protestokirin: Em rê nadin dagirkeriyê 2024-12-04 14:45:05 RIHA - Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir li Pirsûsê li ser sînorê Kobanê di meşê de axivî û got: “Di berxwedana Kobanê de rê nedan dagirkeriyê û dê rê neyê dayin.”  Êrişên dewleta tirk û komên wê yên paramîlîter ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li navçeya Pirsûsê ya Rihayê ya li ser sînorê Kobanê bi meşekê tên protestokirin. Welatiyên bi pêşengtiya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û Tevgera Jinên Azad (TJA) li gundê Elîgor ê girêdayî Pirsûsê hatin gel hev, bi konvoyê ber bi Pirsûs-Kobanê ve ketin rê. Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Meral Daniş Beştaş, Hevserokên Giştî yên DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Uçar û Keskîn Bayndir û Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari jî tev li meşê bûn. Girseyê li vir daxuyanî da. Di çalakiya protestoyê de dovîzên “Bijî berxwedana Rojava" û "Rojava xeta me ya sor e” hatin hilgirtin.    BAYINDIR: EV HÊVÎ DÊ TESLÎMÎ TARÎTIYÊ NEBE    Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir di çalakiyê de axivî û wiha got: “10 sal berê em ji bo parastina destkeftiyên gelê kurd bi mehan li vir bûn. Bi rojan me li ber xwe da. Îktîdara AKP-MHP’ê dixwaze îro jî me vegerîne wan rojan. Bila li 10 sal berê binêrin; modêla pêkvejiyanê wê demê çawa ji bo gelên cîhanê bûbû hêvî, em ê îro jî bi heman awayî li ber xwe bidin. Em ê li her qadê berxwedanê mezin bikin. AKP-MHP dixwazin li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê komkujiyê bikin. Lê belê ev ne qedera gelên mazlum e. Dev ji vê polîtîkayê berdin. We 10 sal berê bi hemû hêza xwe êriş kir lê we nekarî bi ser kevin û dê dîsa bi ser nekevin. Hemû gelên cîhanê bi Rojava re ne. Bi milyonan kes ji bo Rojava li ser pêyan e. Qedera gelê Rojava û ya gelên Kurdistanê yek e. Kesên komkujiyê li gelê Rojava ferz dikin, nikarin destê aştiyê dirêj bikin. Bila baweriya gelên cîhanê bi berxwedana gelên Rojava hebe. Di berxwedana Kobanê de bi tu awayî rê ji dagirkeriyê re nehate dayin û dê neyê dayin. Heta ku wekhevî û azadî tê dê berxwedana me bidome. Li dijî dagirkeriyê em ê bi qasî sûrên Amedê bibin sûreke stûr. Ruhê berxwedanê her tim heye. Em li vir hêzên tarî hişyar dikin; van lîstikên xwe yên qirêjî careke din dubare nekin. Dê hemû hesabên we bi berxwedanê bên têkbirin. Rojava îro bûye hêviya cîhanê û ev hêvî û ronahî dê tu caran teslîmî tarîtiyê nebe.”