Daxuyaniya HSD’ê ya têkildarî Helebê 2024-12-05 08:56:16 NAVENDA NÛÇEYAN - HSD’ê bi daxuyaniyekê îdiaya ku hêzên wan li rojhilatê Helebê pêş dikevin derewand û da zanîn ku di pevçûnên li Minbicê de gelek endamên komên paramîlîter hatine kuştin.  Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) têkildarî îdiayên “HSD li rojhilatê Helebê pêş dikeve” derewand 3u wiha got: “Hin dezgehên ragihandinê yên dijber agahî belav kirine ku hêzên me ber bi herêmên rojhilatê Helebê ve pêşde diçin. Em teqez dikin ku ev agahî ne rast in. Tu guhertin di nexşeya leşkerî ya belavbûna hêzên me de çênebûye. Hêzên me di du rojên dawîn de bersiva gelek êrişên çeteyên dewleta Tirk a dagirekr ên li ser herêmên di bin kontrola Meclisa Leşkerî ya Minbicê û Meclisa Leşkerî ya Tebqayê  de dan. Di encamê de hejmarek kuştiyên çeteyan çêbûn û hinek cenazeyên wan ketin destê şervanên me."