Li Wanê tenê ew şewqeyan çêdike 2024-12-11 09:02:04 WAN - Fehîm Tûrgay anî ziman ku li Wanê niha tenê ew şewqeyan çêdike û wiha got: “Serdem, dem, kevneşopî û çand guherî. Êdî wekî berê tahm û kêfa pîşeyê nemaye." Fehîm Turgay ku ji sala 1982'an û vir ve li Wanê şewqeyan çêdike, wekî kesê herî dawî yê ku li bajêr bi awayê kaskan şewqeyan çêdike tê naskirin. Wekî gelek qadan, krîza aborî bandorê li çêkirina şewqeyan jî kir. Ji ber ku kirîgerên şewqeyan nemane, karê Tûrgay hatiye asta qedandinê. Lê Tûrgay dibêje: "Ji bo ev çand bidome çi ji destê min bê ez ê bikim."    TENÊ EW ŞEWQEYAN ÇÊDIK   Tûrgay ku di temenekî ciwan de dest bi çêkirina şewqeyan kiriye û ev 42 sal in vî karî dike û wiha got: “Min ewil di sala 1982’yan de wekî hobî dest bi çêkirina şewqeyan kir û piştre jî wekî pîşe berdewam kir. Dema min dest bi kar kir ez 12 salî bûm. Helbet gava min dest pê kir, ji ber ku diviyabû ez bixebitim, min vî karî dikir. Lê niha ez tenê xwediyê vê çandê me û dema karê xwe dikim pir kêfxweş im. Ji ber ku ez çanda xwe diparêzim. Êdî karê min ne wekî berê ye. Êdî kêm kes şewqeyan didin serê xwe."   Tûrgay da zanîn ku êdî kes ji bo hînkirina vê pîşeyê zarokên xwe jî naşîne cem wan û ew bi xwe jî nikare wan perwerde bike.    ‘DEM Û ÇAND GUHERÎ'   Tûrgay diyar kir ku her herêmek xwedî çanda xwe ya lixwekirin û çêkirina şewqeyan e û wiha got: “Qalibên şewqeyan ku ez niha bi kar tînim aîdî herêma Wanê ne û 60 sal berê ji bo çêkirina şewqeyan hatine bikaranîn. Hemû şewqeyên ku ez çêdikim bi destan hatine çêkirin. Bi taybetî yek an du cureyên heştgoşe hene û ew êdî qet nayên bikaranîn. Ger sîparîşek hebe em ê bikin lê ji bilî vê em nakin. Berê her kesî li vir şewqe li xwe dikir, lê êdî kes li xwe nake. Berê dema ku me kesekî bê şewqe li derve didît, me henekê xwe pê dikir, lê niha gava em kesekî dide serê xwe dibînin em henekê xwe pê dikin. Serdem, dem, kevneşopî û çand guherî. Êdî wekî berê tahm û kêfa pîşeyê nemaye."   ‘EZ Ê KARÊ XWE BIKIM'   Tûrgay got: “Heta ji destê min bê ez ê vê çandê bidomînim. Xwezî ev çand berdewam be. Kûrbûna krîza aborî ya li welêt li me hemûyan xist. Wekî pîşe, krîza aborî li me jî ket û hewl dide me biqedîne."