Xebatkarê rojnameya Yenî Yaşamê hate binçavkirin 2024-12-11 12:10:23   SÊRT - Xebatkarê rojnameya Yenî Yaşamê Serhat Durmuş û 2 ciwan di serdegirtinên malan de hatin binçavkirin.    Polîsên dewleta tirk îro di danê sibehê de li Sêrtê di serdegirtina malê de xebatkarê rojnameya Yenî Yaşamê Serhat Durmuş û ciwanên bi navên Mehmet Nezîr Kaplan û Yûsûf Ozbay binçav kirin. Hat zanîn ku binçavkirî birin Midûriyeta Emniyetê ya Sêrtê û sedema binçavkirinê nehat zanîn.