Cenazeyê kurê wê 27 rojan li mizgeftê ma: Sedsal jî derbas bibin ez ê ji bîr nekim 2024-12-12 09:05:14 ŞIRNEX - Gurbet Mete a ku di qedexeya Silopiyayê de kurê xwe yê 9 salî Mehmet Mete û kurê tiyê xwe Aydin Mete yê 16 salî û di qedexeya Cizîrê de jî birayê xwe yê 20 salî Şukru Coşkun winda kir, diyar kir ku 27 rojan destûr nehat dayin cenazeyê kurê xwe defin bike. Li navçeya Silopiya ya Şirnexê li gel îlankirina "Xwerêveberiyê", di 14'ê Kanûna 2016'an de qedexeya derketina derve hat ragihandin. Bi ragihandina qedexeyê re taxên Başak, Cûdî, Nûh û Ş. Harûn ji hêla leşker û tîmên taybet ên polîsan ve hatin dorpêçkirin. Li ser girên navçeyê polîs û leşkerên sekvan hatin bicihkirin. Di van taxan de pêvçûnên dijwar qewimîn. Di pêvçûnan de di nav de zarok, pitik, kal û ciwan jî heyîn bi giştî 29 kes di encama gulebaranên hêzên dewletê de hatin qetilkirin. Piraniya wan jî li ber deriyên malan xwe hatin qetilkirin. Her wiha di êrişên dewletê de gelek mizgeft, navendên tenduristiyê û dibistan jî hatin rûxandin. Li gorî rapora ku ji aliyê Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ve hatibû amadekirin, ji ber pevçûnên ku li navçeyê qewimîn 350 avahî xera bûn û wêran bûn. Di pevçûnan ku li navçeyê de rû dan de hêzên dewletê boriyên avê teqandin û têlên ceyranê birîn da ku şeniyên herêmê nêçar bimînin ji navçeyê koç bikin. Navçeya ku ji hemû mafên rewa bêpar hat hiştin, di nav şert û mercên giran de li ber xwe da.    Piştî qedexeyan dozên ku ji aliyê malbatên kesên hatin qetilkirin ve hatin vekirin jî bê encam man. Tevî ku 10 sal di ser qedexeyan re derbas bûye jî, birîn hê nû ne. Yek ji wan kesên ku birînên wî nehatine dermankirin jî dayika Gurbet Mete ye. Di dema qedexeya derketina derve de kurê wê Mehmet Mete yê 9 salî, birayê wê Şukru Coşkun ê 20 salî û kurê tiyê wê Aydin Mete yê 16 salî hatin qetilkirin. Gurbet Mete ya ku cenazeyê kurê wê 27 rojan di mizgeftê de hate hiştin û nehiştin ku defin bikin, behsa wan rojan kir.    'KURÊ MIN ZAROKEKE 9 SALÎ BÛ'   Gurbet Mete, diyar kir ku dewletê wê demê zilm û zordarî li wan kir û got ku ew ê wan rojan ji bîr nekin. Gurbet Mete, anî ziman ku kurê wê dema di odeyê de hedef hate girtin û qetilkirin û ev tişt anî ziman: “Di 14'ê Kanûna 2016'an de li navçeya me qedexeya derketina derve hate ragihandin. Piştî ku qedexe hate îlankirin me got em ê biçin bajarokê Gite. Lêbelê kurê min Mehmet nexwest ku em biçin. Ji ber daxwaza wî em jî li Silopiyayê man û em li mala tiyê min man. Li wir di roja 7'an de kurê min Mehmet hate qetilkirin. Parçeyê topa hewanê di paceyê de hat û serê wî de derket. Kurê min cih de jiyana xwe ji dest da. Kurê min di odeyê de bû. Ne li ser mewziyan bû, ne di şer de bû. Kurê min zarokeke 9 salî bû. Dema ku hatiye kuştin em bi telefonê li dewletê geriyan lê ambulans bi me ve neşandin. Got in, 'hûn ê cenazeyî heta cihekî bînin piştr em ê bigirin, lê hûn bên kuştin jî berpirsyar ne em in.' Piştre cenazeyê wî birin mizgeftê."    CENAZEYÊ KURÊ WÊ 27 ROJAN DI MIZGEFTÊ DE MA   Gurbet Mete, bi lêv kir ku cenazeyê kurê wê 27 rojan li erdê ma û wiha domand: “Cenazeyê wî 16 rojan li wê derê ma. Dewletê nehişt ku em cenaze bistînin em jî ji ber ku rewş giran bû em çûn Gite. Piştî ku 11 roj derbas bûn dewlet li me geriya û got,'werin cenazeyê xwe em ê bidin we, heke ku hûn neyên em ê cenazeyê we veşêrin û em nîşanî we nadin.' Cenazeyê kurê min 27 rojan li erdê ma. Piştre li me geriyan û em hatin me cenaze defin kir. Tirbeyên me jî dewletê kolandin. Mehmet 9 salî bû, tirbeya 20 saliyan kolandibûn. Bi Mehmet re kurê tiyê min Aydin jî hatibû kuştin. Me herdû bi hevre definkirin.”   BIRAYÊ WÊ JÎ LI CIZÎRÊ QETILKIRIN   Bi domdarî Gurbet Mete anî ziman ku hê ku şîna kurê xwe de bû vê carê jî xebera ku birayê wê jî li Cizîrê hatiye qetilkirin girtiye û wiha got: “Piştî ku 9 roj li ser kuştina kurê min derbas bû, li Cizîrê birayê min Şukrî jî hat qetilkirin. Dewletê cenazeyê wî jî bir li Şirnexê defin kir. Piştre me weke malbat cenazeyê wî anî li Cizîrê defin kir. Ev zilm anîn serê me. Tiştek nema bû ku li me nekirîn. Kurê me kuştin, birayên me kuştin. Me cenazeyê wî nedît, dewletê nehişt ku em cenazeyê wî bibînin. Heta ku nehiştin ku em li ser cenazeyê xwe bigirîn."    'EM Ê KURD BIMÎNIN'   Gurbet Mete got ku ew ê li dijî zilmê têkoşîna edaletê bidomînin û axaftina xwe wiha qedand: “Zilm li me kirin. Li ser me komkujî pêk anîn. Ev êş êşa me hemû dayikan e. Lê belê em hê niha jî dibêjin aştî. Zarokên me hatin kuştin em naxwazin ti zarok bên kuştin. Bila bes dilê dayikan biêşe. Ma ji komkujiyê re ne bes e? Ev 10 sal ser re derbas bûn lê weke ku îro hatine qetilkirin. Gelek anîn serê min. Hê heta îro jî edelet nehatiye. Lê sedsalên din jî derbas bibin em ê jibîr nekin û dev ji doza xwe bernadin. Heta ku dilopek xwînê di laşê me de hebe em ê pey doza xwe bin. Xwedê em kurd dane û em ê kurd jî bimînin. Em kurdbûna xwe bernadin.”   MA / Zeynep Durgut