Êriş hatin protestokirin: Deng bidin têkoşîna azadiyê ya Rojava 2024-12-12 15:52:24 NAVENDA NÛÇEYAN - Êrişên dewleta tirk û komên paramîlîter ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin protestokirin û di çalakiyan de hate gotin ku bi êrişan modêla jiyana demokratîk hedef tê girtin û bang li her kesî hate kirin ku deng bidin têkoşîna azadiyê ya Rojava.  Çalakiyên protestokirina êrişên dewleta tirk û komên paramîlîter ên SMO’yê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berdewam in.    WAN     Êrişên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li Wanê bi pêşengtiya Tevgera Jinên Azad (TJA) bi daxuyaniyekê hatin şermezarkirin. Nûnerên partiyên siyasî, rêxistinên girseyî yên demokratîk û bi sedan kes tev li daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta “Rojava em in, em ji bo Rojava dimeşin” û dovîzên “Bijî berxwedana Rojava”, “Na ji dagirkerî, talan û komkujiyên li Rojava û Sûriyeyê re”, “Rojava Jin jiyan azadî ye”, “Em ji bo Rojava li ber xwe didin” û “An jiyaneke azad yan jî berxwedaneke biheybet” hatin hilgirtin.    Di daxuyaniyê de gelek caran dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Bijî berxwedana Rojava”, “Em ê bi berxwedanê bi ser kevin”, “Jin Jiyan azadî, azad dike Rêbertî” û “Bi berxwedanê ber bi serkeftinê ve” hatin berzkirin û sirûdên “Girtiyên Azadiyê”, “Gulên  Sor”, “Li Mêrdînê, li Bagoke”, “Sirûda Rojava” bi yekdengî hatin xwendin. Metna çapemeniyê ji hêla Rêvebera DBP’a Wanê Evîn Babûr ve hate xwendin.   ‘BÊDENG NEMÎNIN’   Evîn Babûr diyar kir ku bi hedefgirtina bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re krîza li Sûriyeyê girantir bûye û wiha domand: “Xwedîderketina li Rojava û dijderketina li hemberî polîtîkayên şer û qirkirinê ne tenê berpirsyartiya gelê Kurd lê berpirsyartiya gelên Tirkiye û cîhanê jî ye. Ji ber ku hedefgirtina Rojava, hedefgirtina daxwaza azadî û demokrasiyê ya gelan e. Hedefgirtina Rojava, di heman demê de derbekî li dijî pêkvejiyan û hevjiyana azad e. Erk û berpirsyartiyeke dîrokî ya her kesî ye ku li dijî van êrişan bisekine. Di vê çarçoveyê de em bang li hemû hêzên demokrasiyê û raya giştî ya navneteweyî dikin ku li dijî êrişan bêdeng nemînin, li dijî şer derkevin û deng bidin têkoşîna azadiyê.”    ‘XWEDÎ LI ROJAVA DERKEVIN’   Hevseroka DEM Partiyê ya Wanê Gulşen Kurt jî destnîşan kir ku hêzên serdest, kapîtalîst û emperyal li Rojhilata Navîn û Sûriyeyê bi destê hêzên paramîlîter şerekî qirêjî dimeşînin û ev tişt anî ziman: “Bedela herî giran a van şeran jî jin û zarok didin. Li Rojava bi pêşengtiya jinan felsefeyeke jiyana azadîxwaziya jinê û ekolojîk hate avakirin. Em bûn şahid ku piştî ev modêl ketî meryetê, welatî di nava aramiyê de jiyan. Divê her kes rêzê ji bo mafê jiyana demokratîk a li Rojava bigire û piştgiriyê bide. Sedema esasî ya êrişên li dijî Rojava, li dijî modêla jiyana demokratîk e. Rojava, rûmeta me ye. Di serî de jin û ciwan, banga me li her kesî ew e ku li dijî vî şerê qirêjî xwedî li Rojava derkevin û piştevaniyê bikin.”    Daxuyanî, bi çepik û dirûşman bi dawî bû.    ŞIRNEX     Li navçeya Cizîr a Şirnexê bi pêşengiya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi meşekê hatin şermezarkirin. Endam û rêveberên rêxistinên DEM Partiyê yên navend û navçeyan, Meclisa Dayikên Aştiyê, aktivîstên TJA'yê û bi sedan kes tev li bûn. Di meşê de pankarta “Rojava rûmeta me ye” hate vekirin. Her wiha dovîzên "Bijî berxwedana Rojava" û “Rojava şoreşa jinê ye” hatin hilgirtin.    Girseya ku li ber avahiya DEM Partiyê ya Cizîrê ku bû heta Kawşaxa Dortyolê meşiya. Di meşê de dirûşma “Bijî berxwedana gelê Kurd” hatin birêzkirin.    Metna çapemeniyê ji aliyê hevseroka DEM Partiyê ya Şirnexê Nûrcan Alturk ve hate xwendin. Nûrcan Alturk, diyar kir ku divê modela neteweya demokratîk a li Rojava hatiye avakirin bê parastin û wiha axivî: “Armanca me ya bingehîn ew e ku em vê tekoşînê mezintir bikin. Yekemîn hedef û armanca me ev e. Xwedî li Rojava derketin û li dijî polîtîkayên şer sekinandin ne tenê di berpirsyariya gelê Kurd, di berpirsyariya hemû gelê cîhanê ye. Çimkî hedefgirtina Rojava hedef girtina daxwaza azadiyê û demokrasiyê ye. Li hemberî vê hişmendiyê sekinandin peyvira me hemûyan a dîrokî ye.”    Nûrcan Alturk, di berdewamê de bang kir ku hemû hêzên azadîxwaz û demokrasîxwaz li dijî qirkirinê û şerê sûc dengê xwe bilind bikin.    Daxuyanî bi çepik û dirûşman bi dawî bû.