Êrişên ser Çapemeniya Azad di rojeva Meclisê de ne: Dê heqîqet bêdeng nebe 2024-12-20 11:39:29 ENQERE - Parlamenterê DEM Partiyê Onur Duşunmez di hevdîtinên budçeyê de bertek nîşanî êrişên ser Çapemeniya Azad da û wiha got: “Çapemeniya Azad nefesa gel e. Yên pênûsan weke sûc dibînin dê nekarin heqîqetê bixin zindanê.”  Parlamenterê DEM Partiyê yê Colemêrgê Onur Duşunmez di hevdîtinên Pêşniyarqanûna Budçeya Rêveberiya Navendî ya 2025’an ên li Lijneya Giştî ya Meclisê de axivî û bal kişand ser êrişên ser Çapemeniya Azad.    Duşunmez, qala girtin, binçavkirin û êrişan kir û îşaret bi daneyên Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) kir. Bi domdarî Duşunmez bi bîr xist ku Tirkiye li gorî Îndeksa Azadiya Çapemeniyê ya Navneteweyî de di rêza 185’an de cih digire û wiha got: “Ev ne tenê îstatîstîkeke. Ev di heman demê de serpêhatiya pênûsan, rojnameyên hatine girtin û rojnamegerên hatine binçavkirin û tên darizandin e. Rojnamegerên pênûsa xwe nafiroşin, serî natewînin, li dijî zextan li ber xwe didin û li pey şopa heqîqetê, hûn wijdana vî welatî ne û mixabin ku ev welat we dixe girtîgehan.”    ‘DÊ HEQÎQET BÊDENG NEBE’   Di berdewamê de Duşunmez anî ziman ku bi bêdengkirina rojnamegeran tê xwestin ku mafê agahîgirtinê yê gel bê xespkirin û wiha pê de çû: “Rojnamegerî sûc nîne. Her rojnamegerê/a girtî, her nûçeya hatiye sansurkirin, nîşaneya wê ye ku demokrasî li vî welatî xistine hefsê. Yên ku pênûsan weke sûc dibînin nikarin heqîqetê biavêjin zindanê. Ez li vir bang dikim; 40 rojnamegerên girtî berdin. Ew sûcdar nînin, ew çav, guh û wijdana gel in. Çapemeniya Azad nefesa gel e. Yên hewl didin wê nefesê bifetisînin dê mîna qirêjiyekê di dîrokê de cih bigirin. Ji bîr nekin ku yên hûn digirin ne rojnameger in, mafê agahîgirtinê yê gel e. Dê pênûs nekevin, heqîqet bêdeng nemîne û heta edalet pêk tê jî em ê dengê xwe bilind bikin.”    Duşunmez, rojnamegerên li naverastên kolanan hatin qetilkirin bi bîr anî û wiha got: “Wan ne tenê rojname belav dikirin, her wiha dibûn nefesa gel. Nasnameyekê di bin gefa tunebûnê de, bi saya pênûsa wan, zimanê wan dîsa nefes digirt. Rojnamegerên vî gelî tevî zext, zordestî û girtinan jî tu caran dev ji pênûsa xwe bernedan. Gelek kedkarên Çapemeniya Azad di vê rêyê de canê xwe dan. Wan, bedela lêgerîna heqîqetê bi canê xwe dan lê pênûsa wan neket erdê. Ew pênûs hêj îro jî di wijdana gel de li rûpelên Çapemeniya Azad dinivîsin.”    ‘BIJÎ ÇAPEMENIYA AZAD’   Duşunmez, qala astengkirina xwegihandina nûçeyan û sansurê jî kir û ev tişt anî ziman: “Heqîqet, mîna avê rêya xwe dibîne. Mîna Apê Mûsa gotiye, rojnameger generalên biçûk ên vî gelî ne. Kesên bi pênûsa xwe li ber xwe didin dê vê tarîtiyê biçirînin. Di şexsê Apê Mûsa de ku di vê oxirê de canê xwe da, em hemû şehîdên Çapemeniya Azad bi rêzdarî bi minet û bi hesret bi bîr tînin. Mîrateya wan deynê stûyê me tevan e. Silav ji rojnamegerên pênûsa xwe nefirotin û li dijî zextan serî netewandin. Bijî Çapemeniya Azad.”