Polîsan erişî daxuyaniya li Wanê kirin: 10 jê rojnameger herî kêm 39 kes hatin binçavkirin 2024-12-20 14:44:04 WAN - Polîsan li Wanê êrişî daxuyaniya têkildarî rojnamegerên hatine qetilkirin, kirin. Di êrişê de 10 rojnameger herî kêm 39 kes hatin binçavkirin. Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) û Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) xwestin li Wanê têkildarî rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi SÎHA’yên dewleta tirk hatin qetilkirin, daxuyaniyê bidin. Platforma Ked û Demokrasiyê ya Wanê jî piştgirî da çalakiyê. Beriya daxuyaniyê, polîsan Kolana Hunerê dorpêç kirin. Di çalakiyê de pankarta “Ne pênûsa me ne jî kameraya me dê li erdê nemîne” û wêneyên rojnamegeran hatin hilgirtin.    10 ROJNAMEGER HATIN BINÇAVKIRIN   Di dema daxuyaniyê de polîsan koma rojnameger û siyasetmedar di nav de bûn dorpêç kirin û nehiştin daxuyanî were dayin. Di encama êrişê de nûçegihanên Ajansa Mezopotamyayê (MA) Rûken Polat, Ozlem Yacan, Mazlum Engîndenîz û Sema Yuce Polat, nûçegihanên Ajansa Welat (AW) Bazîd Evren û Firat Tunç, nûçegihana JINNEWS’ê Memîhan Zeydan û rojnameger Zelal Tunç, Nîmet Olmez û Oktay Candemîr hatin binçavkirin.    SIYASETMEDARÊN HATIN BINÇAVKIRIN   Di heman demê de Hevseroka DEM Partiyê ya Wanê Gulşen Kurt, Hevserokê DBP’a Wanê Cemal Demîr, Hevseroka DEM Partiyê ya Navçeya Artêmetanê Rihan Kaplan, aktîvîsta TJA’yê Leyla Aşkan, Hevseroka MEBYA-DER’ê Hanim Kaya, Hevserokê Şaxa Egîtîm Senê ya Wanê Mûrat Atabay, Serokê Şaxa DÎSK Emeklî Senê Tîmûr Sayyîgît, Heverokê TUHAY-DER’ê Çetîn Uyar, Aynûr Sarica, Mehmet Demîr, Refîk Urar, Şevket Aslan, Nêrgiz Abî, Serdar Çevîk, Kenan Genç, Samî Aktî, Azîz Guven, Talîp Turan, Firat Kirdag, Seyît Kiliç, Evîn Karahan, Gurbet Gezîcî, Garîp Yazici, Ramazan Duman, Yakup Ataş, Delîl Aksoy, Metîn Duman, Okkeş Kava û Nûrcan Kayar jî hatin binçavkirin.    Hin kesên hatin binçavkirin rastî tundiya polîsan hatin. Binçavkirî birin Midûriyeta Emniyetê ya Wanê.