Dewleta tirk û komên paramîlîter gundên Kobanê topbaran kirin 2024-12-22 10:09:30 NAVENDA NÛÇEYAN - Dewleta tirk û komên wê yên paramîlîter gundên Girê Spî û Kobanê topbaran kirin.  Êrişên dewleta tirk û koma wê ya paramîlîter a SMO’yê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berdewam in. Li gorî nûçeya ANHA’yê; dewleta tirk û komên wê yên paramîlîter şevê din gundên Şerka-Fewar û Şemsîn ên Girê Spî topbaran kirin.   Di heman demê de gundên Koperlik ê rojhilatê Kobanê û derdora Pira Qereqozaqê bi dijwarî topbaran kirin.   Têkildarî encamên topbaranê agahî nehatin bidestxistin.