ROJEVA 23'YÊ KANÛNA 2024'AN 2024-12-23 09:00:23   * Li Tirkiyeyê karker, teqawît, jin, ciwan û zarok di nava xizaniyê de dijîn, 11 milyon û 246 hezar bêkar sala 2025’an pêşwazî dikin.   *Rojnameger Argeş Viyan diyar kir ku êrişên dewleta tirk û koma paramîlîter a SMO’yê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê roj bi roj zêdetir dibin û ev tişt anî ziman: “Berxwedana li Rojava ji bo pêşeroja Rojhilata Navîn gelek girîng e.”    * Endamê Damezirîner ê ADAM-DER’ê Muhsîn Dalfîdan diyar kir ku Tirkiye li Rojhilata Navîn li pey xeyalên Osmaniya Nû ye û got: “Dê hêzên kûrewî destûrê nedin vê. Divê Tirkiye sînorê hêza xwe bizane.”    * Hevserokên DEM Partiyê yên Edene, Mêrsîn û Antalyayayê xwestin ku Tirkiye biryara mafê hêviyê ya DMME’yê bi cih bîne û Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan berde.    * Wênekeşa Nazim Daştan ku di êrişa bi SÎHA’yan a dewleta tirk de tevî hevala xwe ya rojnameger Cîhan Bîlgîn hate qetilkirin, di destê hempîşeyê wî Dogan Cîhan de heqîqetê dinivîse.    * Malbata Cîhan Bîlgîn diyar kir ku keça wan dema li pey heqîqetê hatiye qetilkirin û got: “Rêhevalên wê dê pênûsa wê li erdê nehêlin.”    *Çalakiya nobetê ya li dijî êrişa dewleta tirk û koma wê ya paramîlîter a SMO’yê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ser sînorê Nisêbîn-Qamişloyê hatiye destpêkirin dê di roja 11’an de bidome. (12.00-16.00) ZINDÎ   * Li dijî êrişên dewleta tirk û koma wê ya paramîlîter SMO’yê dê li ser sînorê Pirsûs-Kobanê çalakiya nobetê bê destpêkirin. (12.00-16.00) ZINDÎ   * Parastvanên mafên mirovan dê têkildarî rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn ên hatin qetilkirin dê li Parka Ozgur Çocukê daxuyaniyê bidin. (12.30)