Derheqê rojnameger Oznûr Deger de lêpirsîn hate destpêkirin 2024-12-23 12:57:26   AMED - Derheqê nûçegihana JINNEWS’ê Oznûr Deger de ku ji ber heqaretên zayendperest bertek nîşanî polîs dabû, lêpirsîn hate destpêkirin.    Rojnameger Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan dema êrişên dewleta tirk û koma wê ya paramîlîter SMO’yê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dişopandin, ji hêla dewleta tirk ve bi SÎHA’yan hatin qetilkirin. Di dema serdana şîna Cîhan Bîlgîn a li Midyada Mêrdînê de polîsekî heqaretên zayenperest li nûçegihana JINNEWS’ê Oznûr Deger kir. Li ser vê yekê rojnameger Oznûr Deger jî bertek nîşan da û derheqê wê de lêpirsîn hate destpêkirin.    Walîtiya Mêrdînê jî têkildarî mijarê daxuyaniyek weşand û ragihand ku derheqê rojnameger Oznûr Deger de bi îdiaya “Heqaret li xebatkarê cemaweriyê kiriye” lêpirsîn hatiye destpêkirin. Hat zanîn ku kesên nasnameyên wan nediyar li ser hesabên medyaya dijîtal gef li Oznûr Deger xwarine û hedef nîşan dane.    MKG’Ê BERTEK NÎŞAN DA   Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) jî têkildarî mijarê daxuyanî da û wiha got: “Em pergala ku heqaretên zayenperest ceza nake lê rojnameger heqaret lê tê kirin ceza dike qebûl nakin. Em li gel hevala xwe ne.”