Xwestin hevşaredara hatiya îxrackirin îstîfa bike 2024-12-25 13:22:47 ŞIRNEX - Rêxistina DEM Partiyê ya Hezexê li li dijî hevşaredar Turkan Kayir a ji partiyê hatiye îxrackirin meş li dar xist û banga îstîfayê kir.  Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Hezex a Şirnexê, li dijî hevşeredara Hezexê Turkan Kayir ku di 31’ê Adarê de ji DEM Partiyê hatibû hilbijartin û piştrê jî partiyê hate îxraçkirin meş li dar xist. Çalakvanên li pêşiya avahiya DEM Partiyê hatin gel hev, bi dirûşmên “Şeredariya ya gel e” û “Turkan Kayir wê hesap bide gel” heta ber Şeredariya Hezexê meşiyan. Girseyê li vir pankarta "Turkan Kayir îstîfa bike” hilgirt û daxuyanî da.    Hevserokê DEM Partî yê Hezexê Niyazî Çevrî diyar kir ku Turkan Kayir ji partiya wan hatiyê hilbijartin lê li gorî daxwazên gel tevnegeriyayê û bang li Turkan Kayir kir ku îstîfa bike.     ‘ŞAREDARIYÊ DEMILDEST RADESTÎ GEL BIKIN’    Parlamenterê DEM Partiyê yê Şirnexê Mehmet Zekî Îrmez jî bi bîr xist ku Hezex ev 8 sal in ji hêla qeyûm ve tê birêvebirin û wiha got: “Armanca qeyuman dizi û talan bû. Gelê Hezexê li dijî ve yekê tevî dek û dolaban jî DEM Partî weke îradeya xwe hilbijart. Gelek caran lijneyên me yên bajer û giştî hewl dan ku li gorî pîvanên DEM Partiyê tevbigerin. Lê mixabin Turkan Kayir û Ekrem Şîmşek li gorî vîna gelê Hezexê tevnegeriyan û xizmet nekirin. Hevserokatiya ku pîvana rêxistina me ye, nas nekirin. Em jî weke DEM Partiyê bang dikin ku Turkan Kayir îradeya gelê Hezexê radestî gel bike. Ya hewce dike ew e. Ji bo meclisa Şaredariya Hezexê hevseredaren nû diyar bike divê Turkan Kayir îstîfa bike. Heta em îradeya gelê Hezexê radest dikin dê çalakiyên me bidomin.”    Piştî daxuyaniyê girse derbasî ber şeredariyê bû û li vir jî dirûşma “Turkan Kayir îstîfa bike” berz kir.