ROJEVA 28'Ê KANÛNA 2024'AN 2024-12-28 09:00:25   * Kurd li çar parçeyên Kurdistanê li dijî êrişan li ser pêya bûn û li dora kampanya "Ji Abdullah Ocalan re azadî, çareseriya pirsgirêka Kurd" hatin cem hev.   * Ciwanan di sala 2024’an de ji bo debarê û stargehê têdikoşiyan û li aliyê din li dijî polîtîkayên qeyûman û şerê taybet pêşengî kirin.   * Dayikên Aştiyê ku bertek nîşanî êrişên Tirkiyeyê yên li hemberî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dan, gotin: "Kesên nikarin ji ser qoltixên xwe rabin zarokên gel li qadên şer didin kuştin."    * Şanoyên kurdî yên Yenî Sahneyê ku piştî lîstikên wê hatin qedexekirin derket pêş, bilêtên wê nayên peydakirin. Ji damezrînerên Yenî Sahneyê Yakup Selîmoglu got: "Lê belê her ku êriş dikin, eleqeya gel jî zêdetir dibe."   * Welatiyên li Enqereyê dijîn ku gotin ji bo "Mesref zêde neçe em êvarî diçin bazarê" destnîşan kirin ku mafê jiyanê yê mirovên bi meaşê kêmtirîn debara xwe dikin nayê naskirin.    * Li Amed, Êlih û COlemêrgê dê xizmên windayan çalakiyên xwe yên heftane li dar bixin. (12.00)   * Çalakiyên li sînorê Qamişlo û Kobanê wê bidomin. (12.00-17.00)   * Dayikên Şemiyê, dê li Qada Galatasarayê çalakiya xwe ya 1031'emîn li dar bixin. (12.00)   * Dê têkildarî Komkujiya Roboskiyê li gelek bajaran daxuyanî bên dayîn. (12.00-19.00)   * Kesên di KOmkujiya Roboskiyê de jiyana xwe ji dest dane wê li ser gorên xwe bên bibîranîn. (13.00)   * Dê li Stenbol, Îzmîr û Enqereyê têkildarî girtiyên nexweş daxuyanî bên dayîn. (13.00)