Welatiyê ku ji ber berfê li çiyê asê ma jiyana xwe ji dest da 2024-12-28 10:32:43 WAN - Li Wanê ji ber berfê rêya 420 cihî hat girtin. Li navçeya Bêgirî Yaver Kûrt ê ku li çiyê asê ma, jiyana xwe ji dest da.  Li gundê Girê Seydo yê navçeya Bêgirî ya Wanê ji ber berfa zede welatiyê bi navê Yaver Kûrt li çiyê asê ma. Tîmên Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê, ji bo welatiyê li çiyê asê ma xebat da destpêkirin. Tîmên şaredariyê, xwe gihandin cenazeyê Kûrt. Cenazeyê Kûrt rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Bêgiriyê. Têkildarî bûyerê lêpirsîn hat destpêkirin.    RÊYA 420 CIHÎ HAT GIRTIN   Her wiha ji ber berfa zede li seranserê Wanê rêya 420 cihî ji çûnûhatinê re hat girtin. Li Miksê rêya 71 cihî, li Elbakê rêya 88 cihî, li Şaxê rêya 100 cihî, li Westanê rêya 13 cihî, li Payîzavayê rêya 40 cihî, li Rêya Armûşê rêya 20 cihî, li Bêgiriyê rêya cihekî, li Qelqeliyê rêya 3 cihî û li Serav/Mehmûdiyê rêya 12 cihî hat girtin.   Tîmên şaredariyê ji bo rêyên hatine girtin bênavber dixebitin.