Hunermendan ji bo Rojava bang kirin: Em bibin dengê azadiyê 2024-12-29 11:49:45 AMED - Hunermendên Kurd bertek nîşanî êrişên ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dan û wiha got: “Rojava, stran û helbestên me ye. Wer in, em bi hev re ji bo Rojava bibin dengê azadiyê.” Hunermendên Kurd, êrişên dewleta tirk û koma wê ya paramîlîter a SMO’yê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li Komeleya Çand û Hunerê ya Dîcleyê bi daxuyaniyekê protesto kirin. Daxuyanî ji hêlahunermend Ferhat Ertaş ve hate xwendin.   ‘DIXWAZIN ŞOREŞA ROJAVA BIFETISÎNIN’   Metna daxuyaniyê ya bi sernavê “Hunera azad li cem Şoreşa Rojavayê ye” wiha ye:    “Wekî ku tê zanîn van demên dawî li Sûriye û Rojava geşedanên girîng diqewimin. Rejîma Baasê ku di dîktatoriyê de israr dikir, têk çû. Çeteyên ku Tirkiye piştgiriya wan dike ev rewş ji bo xwe wekî firsendekî dîtin û demildest êrişên xwe yên hovane li hemberî Rojava zêde kirin. Dixwazin bi vî awayî Şoreşa Rojava bifetisînin û têk bibin.   BI ZIMANÊ HUNERA AZAD EM Ê NIRXÊN ŞOREŞÊ BIPARÊZIN   Lê Şoreşa Rojava, pêvajoyeke dîrokî ye ku tê de daxwazên wekhevî û azadiya gelan hene. Ev şoreş ne tenê guherîneke siyasî ye, di heman demê de tevgereke çand û hunera Kurdî ye.   Şoreşa Rojava ya ku bi pêşengiya jinan pêş ketiye, bûye sembola gerdûnî ya têkoşîna azadiyê. Em wek hunermend, radigihînin ku em li gel vê şoreşê ne û bi zimanê hunera azad nirxên wê diparêzin.   SIVIKKIRINA ÊŞNA Û XURTKIRINA HÊVIYÊN AŞTIYÊ ERKA ME HUNERMENDAN E   Li hemberî şer; huner yek ji xurtirîn amûrên berxwedanê ye. Li Rojava têkoşîna ji bo avakirina azadiyê, di heman demê de banga aştiyê ye. Jinûveavakirina nirxên mirovahiyê yên ku şer wêran kiriye, sivikkirina êşan û xurtkirina hêviyên aştiyê yek ji erkên me hunermendan e. Huner li dijî şer û koletiyê banga aştî û azadiyê ye. Ji ber vê yekê, em ê wek hunermend ji bo gihandina peyama aştî û azadiya Rojava li her qadê jiyanê vê bangê bikin.   HUNERMENDÊN WELATPARÊZ DÊ LI GEL ŞOREŞA ROJAVA BISEKININ    Rojava di heman demê de çavkaniya hunerê ye ji bo hunermendan e. Şoreşa ku li Rojava pêk hatiye, bi têkoşîna azadiya jinan, ciwanan û gelan re, hêza veguhêrîner a hunerê tîne cem hev û têgihiştineke etîk û estetîk a nû derdixe holê. Em wek hunermendên welatparêz, bi parastina estetîka azadiyê, bi hunera xwe li gel şoreşa Rojava bisekinin.   Rojava ku di tarîtiya şer de ronahiya aştiyê pêxistiye, têkoşîneke ji bo rûmeta mirovahiyê ye. Dengê vê têkoşînê, wê di zimanê hunera azad de bilind bibe. Em ê ji bo aştî û azadiyê bi hunera xwe li ber xwe bidin û biafirînin.   BANGA JI BO GEL Û HUNERMENDAN    Di vê çarçoveyê de, em hemû hunermend û gelê xwe vedixwînin ji bo piştgiriya azadiya Rojava. Rojava warê me ye, Rojava mala me ye, Rojava ruh û canê me ye. Rojava stran û helbesta me ye. Wer in, ji bo Rojava em bibin çiraya ronahiyê û qerîna azadiyê. Em bi hev re dengê berxwedana Rojava xurtir bikin û xwedî li nirxên vê şoreşê derkevin. Bijî hunera azad! Bijî Şoreşa Rojava!”