Hejmara kesên di qezaya balafirê ya Koreya Başûr de mirin derket 174’an 2024-12-29 13:48:28 NAVENDA NÛÇEYAN - Hejmara kesên di qezaya balafirê ya Koreya Başûr de jiyana xwe ji dest dayin derket 174’an.  Balafira ayîdê şîrketa Rêya Hewayî Jeju Air a Koreya Başûr, dema ku li Balafirgeha Navneteweyî Musan a li bajarê Muan’ê daket, qeza kir. Di balafirrê de 175 rêwî û 6 murettebat hebûn. Tîmên îtfaiyeyê ragihandin ku balafir di dema daketinê de kontrola xwe winda kir, ji pîstê derket û li têlên derdora balafirgehê ket. Di qezayê de tenê 2 kes hatin rizgarkirin û hejmara miriyan derket 174’an. Tê texmînkirin ku di qezayê de 179 kesan jiyana xwe ji dest dane.    Di dîmenên li ser televîzyona neteweyî hatine parvekirin de xuya dike ku balafirê hewl daye li ser gewdeya xwe dade lê leza wê daneket û li dîwarê dawiya pîstê xist. Jinek û zilamekê di dûvika balafirê de bûn hatin rizgarkirin. Tê texmînkirin ku 179 kesên din jiyana xwe ji dest dane.    'TEŞHÎSKIRINA KESÊN MIRÎN ZEHMET E’    Rayedarekê beşa agirkujiyê got ku hema hema balafir bi temamî tune bûye û teşhîskirina kesên jiyana xwe ji dest dane pir zehmet e.    Hat zanîn ku ji bilî du rêwiyên Taylandî, temamiya rêwiyan ji Koreya Başûr bûn.