Pervîn Buldan: Ocalan xwest her kes piştgiriyê bide vê pêvajoyê 2024-12-29 14:26:08 STENBOL - Parlamenter Pervîn Buldan diyar kir ku piştî 10 salan bi Abdullah Ocalan re hevdîtin kiriye û wiha got: “Moralê wî xweş bû. MHP jî di nav de, xwest em bi serokên giştî yên partiyan re hevdîtinê bikin û nêzikatî û daxwazên xwe jê re ragihînin.”  Parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Pervîn Buldan û Sirri Sureyya Onder, duh li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re hevdîtin kirin. Şandeyê, îro jî têkildarî hevdîtinê daxuyaniyek da û peyama Abdullah Ocalan parve kir.    Parlamentera DEM Partiyê ya Wanê Pervîn Buldan ku di hevdîtinê de cih girtibû, têkildarî hevdîtinê ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî.    ‘BI KELECAN BÛ Û MORALÊ WÎ XWEŞ BÛ’   Pervîn Buldan, da zanîn ku hevdîtin duh saet di 10.00’ê de dest pê kir û saet di 13.00’ê de bi dawî bûye. Pervîn Buldan, got ku piştî 10 salan cara ewil e bi Abdullah Ocalan re hevdîtina rû bi rû dikin û wiha got: “A rast, çawa ku min dîtî min jê re got; ‘Pir keyfxweş bûm ku piştî 10 salan we careke din dibînim.’ Min wisa dest pê kir. Min pir bicoş û bi kelecan dît. Moralê wî pir xweş bû. Bi kelecaneke mezin li benda destpêkirina hevdîtinê bû. Em çawa ketin hundir, me silav da û yekser dest bi hevdîtinê kir.”    Bi domdarî Pervîn Buldan destnîşan kir ku haya Abdullah Ocalan ji hevdîtinê hebû. Ji bo pirsa me ya “Pirsa ewil a Abdullah Ocalan ji we kirî çi bû?” jî Pervîn Buldan ev bersiv da: “Em çawa rûniştin ser maseyê, birêz Ocalan got; ‘Ez ê demildest derbasî mijarê bibim.’ Û piştre jî dest bi nirxandinan kir. Nirxandineke giştî kir.”   ‘OCALAN XWEST EM BI HEMÛ PARTIYAN RE HEVDÎTINÊ BIKIN’    Pervîn Buldan, wiha domand: “Xwest ku em bi serokên giştî yên partiyan re hevdîtinê bikin. Xwest hemû kes piştgiriyê bide vê pêvajoyê. Lewma jî ji min û Sirri Sureyya Onder re got; ‘Hûn dikarin Ahmet Turk jî bigirin cem xwe. Hûn her sê divê di demekî herî kin de hevdîtinên xwe bikin. MHP jî di nav de, bi serokên giştî yên partiyan re hevdîtinê bikin, hevdîtina we bi min re kiriye, nêzikatiya min a li hemberî vê pêvajoyê û bendewariyên min bi wan re parve bikin.’ Em jî dê piştî sersalê ji bo hevdîtinê ranedevuyê ji serokên giştî yên partiyan bixwazin û hevdîtinên xwe bikin.”    Pervîn Buldan, da zanîn ku dê careke din bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin û ji bo pirsa “Ji bo hevdîtina duyemîn tu temînat dane we?” jî got: “Erê.”