'Divê îradeya çareserî û aştiyê ya Abdullah Ocalan esas were girtin’ 2024-12-29 15:24:49 RIHA - Di çalakiya nobetê ya li dijî êrişên ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ser sînorê Kobanê hatiye destpêkirin de hat diyarkirin ku divê îradeya çareserî û aştiyê ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan esas were girtin.  Li dijî êrişên dewleta tirk û koma wê ya paramîlîter SMO’yê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li ser sînorê navçeya Pirsûs a Rihayê û Kobanê çalakiya nobetê hatibû destpêkirin û çalakî di roja 7’an de didome.    Çalakî bi pêşengtiya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û Tevgera Jinên Azad (TJA) hatiye destpêkirin. Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG), Komeleya Rojnamegerên Jin ên Mezopotamyayê (MKG), Komeleya Wêjekarên Kurd, PENa Kurd, Yekitiya Weşangerên Kurd (YEWKURD), Komeleya Lêkolînên Çanda Devkî Dîrok Wêjeyê (SOZ-DER), parlamenterên DEM Partiyê Ferît Şenyaşar, Dîlan Kunt Ayan, hevşaredarên DEM Partiyê, rêveberên DEM Partî û DBP’ê, pêkhateyên Platforma Ked û Demokrasiyê ya Rihayê, endamên Meclisa Dayikên Aştiyê û gelek kesên din tev li çalakiya îro bûn.    Di çalakiyê de pankarta "Rojava rûmeta me ye” hate hilgirtin û daxuyanî hate dayin.    'EM Ê XWEDÎ LI PEYAMA ÎMRALIYÊ DERKEVIN’    Hevşaredarê Xelfetî ya Rihayê Merhmet Karayilan di daxuyaniyê de got: “Hûn nikarin Pirsûs û Kobanê ji hev cuda bigirin. Kobanê, bi têkoşîna gelên cîhanê hat bidestxistin. Niha li ser qadên jiyanê yên gelan gef hene. Ev gef li ser hemû gelên herêmê ye. Guleyên diavêjin Kobanê li dilê me dikeivn. Em îro bi kelecan şiyar bûn ji ber ku ji Îmraliyê xeber hat. Bi muxatabê çareseriya pirsgirêka Kurd birêz Ocalan re hevdîtin hate kirin û em jî li ser sînorê Kobanê ji birêz Ocalan re silav dişînin. Divê bersivê bidin hewldanên aştî û çareseriyê yên birêz Ocalan. Em jî dê xwedî li peyama Îmraliyê derkevin û têkoşîna xwe mezintir bikin.”    'EM Ê KOBANÊ BI TENÊ NEHÊLIN’   Berdevkê Demê yê Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê Ahmet Baran jî geşedanên li Sûriyeyê bi bîr xist û wiha got: “Kurdên Sûriyeyê bi tenê nînin. Em ê destûrê nedin Kurd qurbanî terorîzma cîhadîstan bên kirin. Di serdema DAIŞ’ê li seranserî herêmê teror dikir de Kurdan ji bo ewlehiya herêmê roleke mezin lîstin lê mixabin mitefîkên wan ên rojavayî niha ew bi tenê hiştine. Kurdên Sûriyeyî ji ber êrişên cîhadîstan niha di xetereyê de ne. Divê ev êriş bên sekinandin û tavilê muzakere dest pê bikin. Me duh li dijî terorîzma DAIŞ’ê çawa piştevanî kiribe, dê îro jî Kobanê bi tenê nehêlin.”    BANGA BERSIVDAYINA ÊRIŞAN   Hevserokê Komeleya Wêjekarên Kurd Rêdûr Dîjle jî wiha got: “Em di pêvajoyeke dîrokî ya pir hesas re derbas dibin ku hem xetereyên xwe hem jî derfetên xwe yên dîrokî yên mezin hene.  Piştî di 8'ê Kanûnê de rejîma Baasê ya 61 salî hilweşiya, geşedan û qewimînên li Rojava û Sûriyeyê jî, ber bi asteke din ve çûn. Ji van geşedan û qewimînan em tê derdixin ku hem hêzên hegemonîk hem jî Tirkiye ji bo jinûve dîzaynkirina Sûriyeyê ketine nava hin hewldanan. Lê ev liv û tevger, li bara gelan bûne cihê fikarên mezin; ji lew re ne liv û tevgerên ji bo Sûriyeyeke demokratîk in, berevajî liv û tevgerên li ser esasê Sûriyeyeke ji ya berê tundtir û hişktir in.    Ev yek, ji êriş û gefên li hemberî xaka Rojavayê û rêveberiya Rojavaya ku jiyaneke nû lê tê avakirin û ji bo hemû reng, deng û baweriyan cihê hêviyê ye, xuya ye û eşkere li meydanê ye. Di serî de Tirkiye û hin hêzên din ku ji jiyana nû ya li Rojavayê hatiye avakirin û ji bo hemû gelen cîhanê bûye îlham ditirsin, dixwazin van geşedanên dawî veguherînin firsendekê. Bi vê re jî, vê pergala jiyana nû ya ji aliyê gelen Sûriyeyê ve hatiye qebûlkirin û ji bo aramiya herêmê cihê hêviyeke mezin e, ji holê rakin. Ji bo vê jî, bi awayekî tund êriş dikin; jîngeh, sivîl û rojnamevan jî tê de her tiştî hedef digirin.    Lê em baş dizanin ku armanca sereke ya van hewldanan; şikandina hêviya ji bo Şoreşa Rojavayê û pê re jî jiholêrakirina şoreşê ye û bi taybetî jî di sedsala 21'ê de Rojhilateke Navîn a ji kurdan xalî ye. Lewma banga me nivîskar û rojnamevanên kurd, pêşî ji bo raya giştî ya Kurdistanê ew e ku li dijî van planên qirêj û êrişên qirker ên dixwazin wekî sedsala 20'î kurdan ji her derî xalî bikin, xwedî helwest bin û li dor statuya Rojavayê bibin xelek. Banga me ji bo raya giştî ya Tirkiyeyê û navneteweyî jî ew e ku li hemberî van gef û êrişên ku dixwazin jiyana gelan a bi kedeke mezin hatiye avakirin bêdeng neminin û bi her awayî li dijî van êrişan rabin.  Ji lew re Rojava, tenê ne ji bo kurdan, ji bo hemû gelan hêvî ye.”   'BIRÊZ OCALAN SILAV ŞAND’   Parlamentera DEM Partiyê ya Rihayê Dîlan Kunt Ayan jî anî ziman ku pergala hevjiyana azad a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hedef tê girtin û ev tişt anî ziman: “Netewe dewlet ev 100 sal in dixwazin gelan tune bikni. Lê hesabên wan hev negirtin. Dem dema yekitiyê ye, dem dema wê ye ku em deng bidin kesên hêviyê mezin dikin. Ji birêz Ocalan silav hat. Birêz Ocalan got ku dê ji hêla pozîtîf ve piştgiriyê bide pêvajoyê. Em jî li ser sînorê Kobanê, bi ruhê berxwedana Kobanê bang li gel û hemû rêxistinên civaka sivîl dikin ku deng bidin vê bangê. Divê tavilê zemîna siyaseta demokratîk were amadekirin.”    Daxuyanî bi dirûşmên "Bijî berxedana Rojava", "Hezar silav ji Îmraliyê re” û “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.