Ji Hunergaha Welat klîbeke nû: Gujje Çemê Me 2025-01-01 13:19:13 NAVENDA NÛÇEYAN - Hunergaha Welat ji bo şervanên ku li dijî êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ber xwe didin, klîba bi navê "Gujje Çemê Me" weşand. Hunergaha Welat ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê di warê çand û hunerê de xebatan dimeşîne klîbeke nû amade kir. Strana "Gujje Çemê Me" weke diyarî ji Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) re ku li dijî êrîşên Tirkiyeyê û komên çekdar ên girêdayî ANS'yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê diparêzin, pêşkeş kir.   Klîp bi têbiniya; “Ji bo piştgiriya şervanên azadiyê, berxwedan û têkoşîna hebûn û tunebûnê dimeşînin. Ev xebat diyarî ji bo hêzên me yên QSD'ê, giyanê şehîdan, şervanan û yên li çeperan şer dikin, Pira Qereqozak, Bendava Tişrîn, Minbic û Kobanê li berxwe didin e."   Gotinên strana ku hunermend Selah Ibrahîm distrê, ji aliyê Îbrahîm Feqe û Şêro Hindê ve hatiye nivîsandin. Vîdyoya stranê ku muzîka wê ji aliyê Mehmûd Berazî ve hatiye amadekirin, ji aliyê Roder Dimilî, Mihemed Mûsa, Welat se'îd ve hatiye kişandin.    Dikarin klîbê ji vê navnîşanê temaşe bikin;