Gel ji bo meşa ser sînor li Pirsûsê kom bû 2025-01-03 10:46:34   RIHA - Gelek welatiyên li dijî êrişên ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji Wanê berê xwe dan Pirsûsê, gihiştin navçeyê.    Çalakiya nobetê ya li dijî êrişên dewleta tirk û koma wê ya paramîlîter SMO’yê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li navçeya Pirsûs a Rihayê û Kobanê hatiye destpêkirin di roja 12’an de didome. Ji bo meşa ber bi sînorê Kobanê ve, ji bajarên bakurê Kurdistanê gelek kes ber bi Pirsûsê ve ketin rê û gihiştin navçeyê.    Gelek kesên şevê din li Wanê bi rê ketin, îro gihiştin Taxa Elîgor a Pirsûsê. Welatiyên serê sibehê de gihiştin navçeyê, bêyî ku guh bidin hewayê sar li ber stranên Kurdî govend gerandin û li benda meşê ne.    Tê payîn ku meş saet di 12.00’ê de dest pê bike.