Jinên li Silopiyayê hatin qetilkirin hatin bibîranîn 2025-01-04 13:07:56 ŞIRNEX- Li navçeya Silopiyayê 3 jinên siyasetmedar ên hatin qetilkirin hatin bîranîn. Di bîranînê de soza mezinkirina têkoşîna jinan hat dayîn.  Li navçeya Silopiyayê ya Şirnexê di navbera salên 2015 û 2016'an de di qedexeyên derketina dervê de endama Meclisa Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Sêvê Demîr, Hevseroka Meclisa Gel ya Silopiyayê Pakize Nayir û Endama Kongreya Jinên Azad (KJA) Fatma Ûyar hatin qetilkirin. Her 3 siyasetmedarên jin di 9'emîn salvegera qetilkirinê de li navçeya Silopiyayê hatin bibîranîn. Her wiha siyasetmedarên jin Sakîne Cansiz, Leyla Şaylemez, Fîdan Dogan, Evîn Goyî yên li Parîsê hatibûn qetilkirin jî hatin bibîranîn. Bernameya bi bîranînê li eywana konferansê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a navçeya Silopiyayê hat li darxistin. Meclisa Dayikên Aştiyê, aktivîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), rêxistinên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û DEM Partî yên navçe û navenda Şirnexê, Berdevka Meclîsa Jinan a DEM Partî Halîde Turkoglu, parlamentera DEM Partî ya Şirnexê Newroz Uysal Aslan û gelek kes tevlî bûn.   Di bîranînê de wêneyên jinên hatinê qetilkirin û hatin birêzkirin û qûrnefîl danîn û find hat vêxistin. Bername bi temaşêkirina sînevîzyona qala têkoşîna jinên hatine qetilkirin dike ve dest pê kir. Piştî sînevîzyonê girse bi yekdengî dirûşmeyên, "Şehîd namirin" û "Jin jiyan azadî" berz kirin.   'EM Ê AZADIYÊ BÎNÎN VÎ WELATÎ’    Piştre jî malbatên her 3 jinên hatin qetilkirin derketin ser dikê. Li ser navê malbatan dayika Sevê Demîr Sakîne Demîr axivî. Sakîne Demîr, ji Rêberê PKKê Abdullah Ocalan re silavên xwe şandin û wiha got: "Hemû şehîdan bibîrtînin. Em dibêjin yekitî. Ez bawerim em ê azadî bînin vî welatî. Ez bawerim deriyên zindanan jî vêbibin û jinê jî azad bin. Ez dibêjim serkêftin ji Kurdistan a azad re. Em bang li rêyedarên dewletê dikin ku vê firsenda aştiyê ji dest xwe bernede. Birêz Ocalan rêberê gelan e. Em dibêjin bes e ji zimanê girtî re, ji nasnameya tunehesibandî re, ji edîdên zindanan re. Bijî serkêftin û bijî azadî. Bijî yekitiya gelê Kurd."   'EM Ê TÊKOŞÎNÊ WAN MEZIN BIKÎN’    Halîde Turkoglû bi lêv kir ku 9 sal berê 3 siyasetmedarên jin li vir hatin qetilkirin û wiha got: "Ji ber ku mafê xwe diparastin û jin bûn hatin hedef girtin. Em di şaxse van hevalan de jinên hatinê qetilkirin bibîr tînin. Dema em hevalên xwe bibîrtînin jî em hesabê wan dipirsin. Her bibîranîn ji bo me mezinkirina têkoşîn û hesap pirsîne. Desthilat wisa hesap dide ku wê hesabê van qetilkirinan nede lê wê hesap bide. Hevalên ji me re nişan dan ku her berdel têkoşîna me mezin dikin. Îro bi hezaran Sevê, Fatma, Pakize û Sakîne hene. Îro vê têkoşînê jin û gelê Kurd mezin dikin. Yên ku ev komkujî kirin îro jî êrişî Rojava dikin. Em şoreşa jinan a Rojava jî silav dikin. Ji bo pirsgirêka Kurd bi awayekî demokratik bê çareser kirin edî roj ne qala kirina tecride lê divê qala azadiya fizîkî ya Birêz Abdullah Ocalan bê kirin. Ên ku bi van komkujiyan û polîtikayên tecride dixwazin çong ji me danîn bila bizanin ku heta azadiya birêz Abdullah Ocalan pêk neyê aştî jî pêknayê. Em ê têkoşîna xwe mezin bikin. Soza ku em bidin hevalên xwe ew e. Heke me têkoşîna xwe mezin kir em dikarin hesap bipirsin. Em êrişên Tirkiyeyê yên li ser Rojava qebûl nakin. Şoreşa Rojava jiyana ku wan hevalên me dixwastin pêkbînin li wir ket meriyete. Divê em Rojava biparêzin. Wan xwest çong ji me danîn lê me çong dananîn. Îro jî em dibêjin û soz didin ku çi dikin bila bikin em ê têkoşîna azadiyê ya hevalên xwe mezin bikin û çi berdel hebe em amade ne. Em ê serbikevin."   Piştî axaftinan mevlîd hat xwendin.