Li gorî Abdullah Ocalan rol û girîngiya Meclisê 2025-01-08 10:50:40 NAVENDA NÛÇEYAN - Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, di çaerseriya pirsgirêka Kurd de girîngiyeke mezin dide Meclisê. Abdullah Ocalan di pêvajoya 2013-2015’an de pêşniyar kiribû ku li Meclisê biryar were dayin û “Komîsyona Meclisê” were avakirin.  Bi saya kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka Kurd çareseriya demokratîk”, rewşa agahînegirtina mutleq a li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hate têkbirin û piştî 43 mehan di 23’yê Cotmeha 2024’an de li Girava Îmraliyê hevdîtina bi malbatê re hat lidarxistin. Abdullah Ocalan, bi biraziyê xwe Parlamenterê DEM Partiyê yê Rihayê Omer Ocalan re hevdîtin kir û got ku tecrîd didome û hewldana xwe ya ji bo çareseriya demokratîk dîsa nîşan da. Abdullah Ocalan, got: “Heke şert û merc bên avakirin, ez xwedî wê hêza teorîk û pratîkim ku pêvajoya pevçûn û tundiyê derbasî zemîna hiqûq û siyasî bikim.”    Piştî vê hevdîtinê, Parlamenterên DEM Partiyê Sirri Sureyya Onder û Pervîn Buldan jî di 28’ê Kanûnê de hevdîtin kirin. Abdullah Ocalan, peyameke ji 7 xalan pêk tê şand û careke din hêza xwe ya teorîk û pratîk nîşan da.    Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan xwest ku nirxandin, nêrîn û pêşniyarên wî yên di 7 xalan de cih digirin bi partiyên siyasî re bên parvekirin. Pervîn Buldan, Onder û siyasetmedar Ahmet Turk jî li ser vê yekê dest bi serdana partiyên siyasî kirin. Şandeyê di vê çarçoveyê de bi Serokê Meclisê Nûman Kurtulmuş, bi MHP, AKP, Partiya Saadetê, Partiya Yenîden Refahê, CHP, Partiya DEVA’yê û bi Partiya Pêşerojê re hevdîtin kir. Di hevdîtinan de nêrînên Abdullah Ocalan hatin parvekirin û li nêrîn, pêşniyar û rexneyên partiyan hate guhdarîkirin.    Cara ewil e hevdîtinên bi vî rengî hatin kirin û hemû partiyan jî piştî hevdîtinan peyamên erênî dan. Abdullah Ocalan ku di çareseriya demokratîk de her tim balê dikişîne ser rol û girîngiya Meclisê, gelek caran jî bang kir. Ev bangawazî di pêvajoya 2013-2015’an a “çareseriyê” de jî hatin kirin lê cihê xwe nedît.    ‘DIVÊ HEMÛ BIRYAR LI MECLISÊ BÊN ERÊKIRIN’    Abdullah Ocalan, di hevdîtina 23’yê Sibata 2013’an de diyar kir ku di pêvajoya ber bi çareseriya demokratîk ve de divê hemû biryar ji hêla Meclisê ve bê erêkirin. Rêberê PKK’ê, di hevdîtina 18’ê Adara 2013’an de jî wiha got: “Tevahiya vî aliyê destûra bingehîn-qanûnî, aliyê parlamentoyê karê we (Şandeya Îmraliyê) ye. Divê hem AKP hem jî CHP van mijaran tevan di navbera xwe de nîqaş bikin. Divê hûn bi wan re hevdîtinan bikin û bi wan re nîqaş bikin. Heta heke MHP bixwaze bila ew jî tev li bibe. Ev kar, beriya her tiştî bi biryara parlamentoyê dikare dest pê bike. Divê komîsyon bên avakirin. Ji van a yekemîn, komîsyona ku ji parlamenteran pêk tê ye. Ya din jî li ser navê civakê komîsyona aqilmendan e. Divê ya li parlamentoyê hatiye avakirin van biryaran bide.”    ‘DIVÊ SEROKÊ MECLISÊ TIŞTA JI DEST TÊ BIKE’    Rêberê PKK’ê, di heman hevdîtinê de destnîşan kir ku hewceye Serokê Meclisê tişta ji dest tê bike û ev tişt anî ziman: “Mesele, di sala 1921’ê de li Koçgiriyê heman tişt heye. Parlamento bangî van dike, jê re dibêje serhildanê bi dawî bikin. A rast pêvajoya wan hinek cuda didome lê ya me jî hinek wisa ye. Ma heta parlamento biryarê nede dê çawa bibe? Ya me jî meseleyeke çil-pêncî sala ye. Bi qanûnan re komîsyoneke taybet tê avakirin. Ev komîsyon dê tevahiya pêvajoyê bişopîne. Ev ji parlamenteran pêk tê ne wisa? Dê wiha guncavtir be. Jixwe ev rewşeke awarte ye.”    Abdullah Ocalan ku dibêje “Pêdiviya vê pêvajoyê bi hiqûqê heye” wiha didomîne: “Ez jî dixwazim bixebitim lê destên min girêdayî ne, ma ez ê çawa bixebitim. Vaye destên min dê bi qanûnan bên vekirin. Ev biryara parlamentoyê diyarker e.”    BANGA DÎROKÎ YA JI BO PARLAMENTOYÊ   Abdullah Ocalan ku di hevdîtinên bi Şandeya Îmraliyê de her carê weke “mijara herî girîng” balê dikişîne ser, parlamento ye. Di hevdîtina 3’yê Nîsana 2013’an de Abdullah Ocalan wiha bang li parlamentoyê dike: “Têkildarî vê mijarê me gelek nîqaş kirin. Çil salên dawî, heta belkî sedsala dawî bigirin dest. Dikare wiha were gotin; ‘Em bang li tevahiya hemwelatiyên xwe dikin ku xwe tavilê ji rewşa pevçûnan (dikare bibêjin ji rewşa şerê navxweyî jî) xelas bikin û beşdarî siyaseta demokratîk a qanûnî bibin û her berpirsyartiya dikeve ser milê xwe bi cih bîne.’ Ev bang, bi biryarê dibe. Ev qonax, ew qonaxe ku pêvajoya qanûn-makeqanûnê derdikeve pêş.”    ‘EM BÊYÎ HÊZÊN DERVE TEV LI BIKIN NÎQAŞ DIKIN’    Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di hevdîtina 17’ê Tebaxa 2013’an de careke din balê dikişîne ser girîngiya qanûnên ji parlamentoyê tên derxistin û wiha domand: “Ji hêla min ve bila ne îradeyeke weke amûreke jirêzê were bikaranîn. Ez ne rêbertiyeke amûr, rêbertiyeke stratejîk im. Ez bikevim gorê jî ev wiha ye. Heta qanûnan jî ji bo ku ez jê sûd negirim amade dikin. Tirk dibêjin ‘Bi Apo re nabe.’ Kurd jî dibêjin ‘Bêyî Apo nabe.’ Vaye ev şer e, vê jî dewleta paralel dike. Dewleta paralel di dewrê de ye lê em dikarin vala derxînin. Li şûna demokrasiya ji komeqanûnên yekalî ya çêker, komeqanûnên xebat li ser hatine kirin çêtir e. Di vir de rola BDP’ê pir girîng e. Divê bi hev re were nîqaşkirin, biryar were dayin û bi canfedayîw ere parastin, bi TBMM’ê re were derxistin. Ruh û înîsiyatîfa Îmraliyê ev e. Bêyî ku hêzên derve bên tevlêkirin, em bi xwe, bi îradeya xwe û bi berpirsyartî û cidiyeke mezin em nîqaş dikin û biryarê didin. Kirina yekalî, rêbaza dewleta paralel e.”    ‘EZ QILFEYA KORÎDORÊN TARÎ VEDIKIM’    Abdullah Ocalan, di heman hevdîtinê de dibêje; “Ez qifleya korîdorên tarî vedikim” û wiha dirêjî dide axaftina xwe: “Gelo aştiya birûmet a şerê çil salan dê çawa bibe? Vaye li ser vê nîqaş bikin. Piştre jî dê têkildarî peymana demokratîk komeqanûn çêbibin. Derfetên nîqaşan zêde bûne. Komeqanûnên yekalî teqez nabe. Birêz rayedar jî vê dibêje. Dikare lingê Komîteya Şopandinê yê Meclisê jî bibe. Li ser vê nîqaşan bikin, ez tenê pêşniyar dikim.”    ‘YEKALÎ NABE, DÊ BI HEV RE ÇARESER BIKIN’    Abdullah Ocalan, di hevdîtina 8’ê Sibata 2014’an de jî dibêje ku divê muzakere li Meclisê qanûnî bibin û vê nirxandinê dike: “Ez meseleya girtiyên nexweş qet nîqaş nakim. Min gotibû ku şermekî pir mezin e. Em ê ji vir û şûnde her tiştekî bi peymanên çarçoveyê bikin. Heke bên ez amade me. Em ê li vir çarçoveya muzakereyan biaxivin. Dê bibin Meclisê û bikin qanûn. Ewlehî, vegera li gundan, avakirina gundan, em ê van tevan muzakere bikin. Yekalî nabe. Em ê bi hev re peymanan çêbikin. Dê hiqûqa peymanê derbasdar be. Bi derxistina qanûnên îhaleyê yên yekalî nabe. Zexta komeqanûnên yekalî provokasyon e. Dê bi xwe re çareseriyê neyîne, dê neçareseriyê bi xwe re bîne. Bi hiqûqa peymanê re divê mûxatab bên gel hev û bi metna qanûnî û rêziknameyê dibe. Piştre jî dê bên îmzekirin. Ev 400 sal in hemû pirsgirêkên bi vî rengî wiha hatine çareserkirin.”    MA / Ozgur Paksoy