ROJEVA 9’Ê ÇILEYA 2025’AN 2025-01-09 09:00:02   * Dîlan Andok diyar kir ku Sakîne Cansiz bi tiştên afirandî re nemir bûye û wiha got: “Jineke Kurd a pir hêja, seknek û xeta têkoşîn û berxwedanê afirand.”    * Şaredarê berê yê Şaredariya Bajarê Mezin a Îzmîrê Tûnç Soyer diyar kir ku temînata aştiyê demokrasî ye û got: "Desthilat dê hewl bide dek û dolabên xwe bidomîne, lê plana me diyar e. Divê em nakokiyên di navbera xwe de bidin aliyekî û mil bi mil dest bi têkoşînê bikin."   * Endamê Meclisa HDK'ê Sedat Şenoglû diyar kir ku ji bo civakîkirina aştiyê dê çalakiyên weki konferansên aştiyê û kampanyayên îmzeyan li dar bixin û got: “Em bi perspektîfa ku birêz Ocalan gotiye, mîsyonekê li xwe bar bikin. Em ê di vê çarçoveyê de rola xwe bilîzin."   * Rêveberê Eyaleta Hesen ê Partiya Çep a Alman Jakob Migenda bal kişand ser gengeşeyên ku di çarçoveya pirsgirêka kurd de tên kirin û got: "Ji bo destpêkirina muzakereyeke rast divê zordayîneke navneteweyî çêbibe."    * Aktivîsta TJA'yê Aynûr Saricayê diyar kir ku der barê mirina biguman a Rojîn Kabaîş de raya giştî bi şaş hatiye agahdarkirin û got ku ew ê dest ji pirsa "Çi hat serê Rojînê?" bernedin. Rêvebera Komeleya Jinan a Starê Meryema Aslanê jî got: "Dosyaya ku hê jî nehatiye zelalkirin ji bo dewletê şerm e."    * Endamê Meclisa Gel û Baweriyan a HDK'ê Ayhan Ergenç bal kişand ser peyama Abdullah Ocalan a ji bo tevkariya erênî ya beşên cuda ya ji bo  derdorên cuda û got: "Erka pêkanîna jiyana demokratîk li ser milê me hemûyan e."   * Danişîna ewil a doza rojnameger Sadik Topaloglû dê li 25’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Edliyeya Stenbolê bê lidarxistin. (10.30)   * Sakîne Cansiz, Leyla Şaylemez û Fîdan Dogan dê li ser gorên xwe bên bibîranîn. Li gelek bajaran dê ji bo her sê jinên siyasetmedar merasîmên bîranînê bên lidarxistin. (11.00-19.00) ZINDÎ   * Çalakiya nobetê ya li ser sînorê Nisêbîn-Qamişloyê dê bi beşdariya Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari bidome. (13.00) ZINDÎ   * Têkildarî nedayina cenazeyên rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn dê li Deriyê Sînor ê Xabûrê daxuyanî bê dayin. (14.00)