Nisêbîn talan kirin, dadgehê jî talanker parast 2025-01-09 11:03:21   MÊRDÎN - Di dema qedexeya derketina kolanan a li Nisêbînê de 2 jê polîs 3 kesan jî di nava tora talankirina malan de cih digirt. Dadgehê, cezayê van talankeran daxist û tevî îfade û qeydên bêtêlan jî di biryara beraetê ya ji ber sûcê talankirinê de got “delîl tune ne” û talanker parast.    Di 14’ê Adara 2016’an de li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê qedexeya derketina kolanan hate ragihandin û di vê pêvajoyê de dizî û talaneke mezin li dijî malên gel hate kirin. Têkildarî talan û diziyê doz hate vekirin û 1’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Mêrdînê di 15’ê Cotmeha 2024’an de biryara xwe da. Midûrê Emniyetê yê Navçeyê yê demê Kadîr Şen, Cîgirê Midûr Ahmet Tugcu, Amirê Şaxa TEM’ê Unal Uyar, polîsên bi navên Mahmût Oztekîn û Muslum Bozkurt, xwediyê fîrmaya ji karên hilweşandinê berpirsyar Mahmût Çomoglû, xebatkarê fîrmayê Arîf Kara û Abdulkerim Sezîşlî yê di navbera polîs û welatiyan de navbeynkarî dikir di dozê de negirtî hatin darizandin.    JI BO MIDÛRAN BIRYARA BERAETÊ DA, CEZAYÊ POLÎSAN JÎ DAXIST    Di îdianameyê de bersûc ji sûcên “Bertîl girtiye û da ye”, “Bi darê zorê xerabî pê daye kirin” û “Bi rêya gefê, bi binpêkirina peywira venêrînê re bûn sedema nebaşiyê” hatin darizandin. Dadgehê, di dozê de ji bo bersûc Şen, Tugcu û Uyar biryara beraetê da. Di heman demê de Çomoglû mir lewma doza wî betal bû. Ji bo Sezîşlî jî biryara beraetê hate dayin.    Dadgehê, ji ber sûcê “Bertîl daye û standiye” 4 sal cezayê hefsê da polîs Mahmût Oztekîn û Muslum Bozkurt û xebatkarê fîrmayê Arîf Kara. Lê piştre cezayê wan daxist 3 sal û 4 mehan.    HINCETA DAXISTINA CEZAYÊ   Dadgeha ku biryara xwe dabû, biryara xwe ya bihincet eşkere kir. Dadgehê diyar kir ku bi dîmenên kamerayan teqez e ku sûcên “ji bo menfaetê pere dane” û “pereyê hatiye dayin û standin têkildarî bertîlê ye” hatine kirin lê bi hinceta “dê ev cezayê hatiye dayin bandorê li pêşeroja wan bike” cezayê wan hatiye daxistin. Dadgehê, ji bo daxistina cezayê jî îdiaya “adilane ye û li gorî qanûnan e.”    ÎFADE HATIN GUHERANDIN, DELÎL PAŞGUH KIR    Li gel ku di dosyayê de dîmenên tiştên hatine talankirin hebûn, tevî îfadeyên midûrê dibistanê ku digot Şen gef lê xwariye û tişt bi darê zorê xistiye dibistanê, îfadeyên polîsên tişt veguhestin, qeydên bêtêlan û dîmenên pereyên li hotêlekê hatin dayin û standin jî; dadgehê bi hinceta ku hinek gilîkeran îfadeyên xwe paşve kişandine û hinekan jî îfadeyên xwe guherandine, ji bo sûcên “Bi darê zorê xerabî daye kirin” û “Bi rêya gefê, bi binpêkirina peywira venêrînê re bûn sedema nebaşiyê” biryara beraetê da.    MA / Ahmet Kanbal