DEM Partiyê têkildarî Abdullah Ocalan daxuyanî da: Bila her kes cidî nêz tevbigere 2025-01-09 14:13:18   NAVENDA NÛÇEYAN - DEM Partiyê got “Tu kes nikare DEM Partiyê weke dijbera pêvajoyê nîşan bide” û ev tişt anî ziman: “Birêz Ocalan pêvajoya heyî bi fedekariyeke mezin û bibiryardarî didomîne. Em bang li her kesî dikin di mijara nêzikatiya li dijî birêz Ocalan de cidî tevbigerin.”    Buroya Çapemeniyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), têkildarî nirxandinên derheqê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ên piştî hevdîtina li Îmraliyê daxuyaniyeke nivîskî weşand.    Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Hevdîtina Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê ya bi birêz Abdullah Ocalan re, di raya giştî de bi xwe re rewşekî erênî çêkir. Îxtîmala çareseriyê bi xwe jî dilê gel rehet kir û hêviya civakê mezin kir. Partiya me ji ber têkoşîna aştî û çareseriyê salên dirêj e bedelekî giran dide. Partiya me ne tenê aktoreke siyasî ya vê pêvajoyê ye, di heman demê de kedkara wê ye. Lewma jî partiya me li dijî şer bi aştiyê re ye, li dijî neçareseriyê bi çareseriyê re ye. Tu kes nikare vê rasetiyê berevajî bike û bikişîne cihekî cuda.    Bi vê wesîleyê em careke din bi bîr dixin;    * Em di ferqa wan kesên biisrar hinek nirxandinên partiya me û aktorên me yên siyasî weke ‘gefan dixwin’ û ‘DEM Partî li dijî pêvajoyê ye’ nîşan didin de ne. Ev kes, ji niha ve hewl didin hinceta reva xwe amade bikin. Lê belê dê kesek nekare ji vê encamê bigire. Tu kes dê nekare DEM Partiyê weke ‘dijbera pêvajoyê’ nîşan bide.    * Em baş dizanin ka kî li dijî çareseriyê ye. Kesên tevî nêzikatiya çêker û hewldanên partiya me jî heqaretan dikin, ên her roj gefan li gelan dixwin, dijberên herî mezin ên çareserî û pêvajoyê ne.    * Em, nivîsên qelemşorên alîgir ên rojnamegeriyê weke şerkeriyê dibînin, li ser ekranan şerkeriyê dikin û bi derew, îftîra û berevajîkirinên xwe zîhniyeta Hîtler û taktîkên Goebbels jî derbas kirine, red dikin.    * Birêz Ocalan bi fedekarî û biryariyeke mezin nêzî pêvajoyê dibe. Em, di mijara nêzikatiya li hemberî birêz Ocalan de bang li her kesî dikin ku cidî tevbigerin. Armanca van kesên pêvajoyê li ser derewan û mîna maganîzê digirin dest, yên baweriya xwe bi van derewan tînin ew e ku êrişî nasnameya îdeolojîk û polîtîk a birêz Ocalan bikin.    * Bila kesek bi qurnazî baweriya xwe bi hêza xwe ya medyayê neyîne û nekeve nava hewldana reva ji berpirsyartiyê. Gelê me yê daxwaza çareseriyê dike dê rê nede van prîmên erzan.    * Dê teqez çareseriyeke demokratîk û aştiya birûmet bê vê xakê. DEM Partî dê destûrê nede ku ev derdor îxtîmala çareseriyê jehrî bikin. Partiya me dê ji her demê bêhtir hesas û bihestiyar nêz bibe û tevahiya berpirsyartiya pêvajoyê li xwe bigire.    * Partiya me bang li hemû derdorên eleqedar jî dike ku bi hestiyarî tevbigerin û dev ji gef û şantajên xwe berdin.”