DEM Partî: Îktîdar dev ji pratîkên xwe yên darbekar bernade 2025-01-10 09:12:59 NAVENDA NÛÇEYAN - DEM Partiyê têkildarî binçavkirina Hevşaredarên Akdenîzê got: “AKP, dev ji pratîkên xwe yên darbekar ên li dijî îradeya gel bernade. Çi bikin jî ew ê mehkûmê têkçûneke mezin bin.”  Hevşaredarên Akdenîz a Mêrsînê Hoşyar Sariyildiz û Nûriye Arslan û 4 endamên Meclisa Şaredariyê îro di serdegirtinên malan de hatin binçavkirin. Polîsên ku avahiya şaredariyê dorpêç kirin, gotin “li şaredariyê qeyûm hatiye tayînkirin.”    DEM PARTIYÊ DAXUYANÎ DA   Li şaredariyê lêgerîn didome. DEM Partiyê têkildarî mijarê daxuyaniyeke nivîskî da û wiha got: “Îktîdara AKP’ê dev ji pratîkên xwe yên darbekar ên li dijî îradeya gel bernade. Di saetên serê sibehê de Hevşaredarên Akdenîzê Hoşyar Sariyildiz û Nûriye Aslan û 4 endamên me yên Meclisa Şaredariyê hatin binçavkirin. Mîna demên berê, careke din şaredariya gel bi merîfeta hêzên ewlekariyê hatin dorpêçkirin, ketin û derketina şaredariyê hatin astengkirin. Tê gotin ku lêpirsîna weke hinceta binçavkirin û qeyûm hatiye nîşandan, di sala 2024’an de hatiye vekirin. Em baş dizanin ku ev pratîk tevek, pratîkên îktîdarê yên darbekar ên li dijî îradeya gel in. Îktîdara ku li hundir û derve dijminatiya Kurdan dike, tehemûla îradeya wan nake. Lê çi bike jî mehkûm e ku têkçûneke mezin bixwe. Em ê li her derê li dijî vê feraseta qeyûmperest bisekinin û îradeya gelê xwe biparêzin.”