Hiqûqnas Kanar: Wekî Mandela divê ji bo Abdullah Ocalan jî şert û mercên wekhev bên pêkanîn 2025-01-10 09:43:08   İSTANBUL - Parêzer Ercan Kanar diyar kir ku divê tecrîd bê rakirin û got: "Bi sererastkirina mewzûata qanûnî re, wekî Nelson Mandela divê ji bo Abdullah Ocalan jî şert û mercên wekhev û guncan bên afirandin."   Tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku li Girtîgeha Girtî ya Ewlekariya Bilind a Tîpa F a Îmraliyê tê girtin, didome. Peyama Abdullah Ocalan a di hevdîtina 28’ê Kanûnê ya bi Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê re ku 7 xalan pêk tê û veguherîna demokratîk a Tirkiyeyê dihewîne, bi raya giştî re hat parvekirin.   Ji parêzerên ewil ên Abdullah Ocalan Ercan Kanar jî mijarê nirxand û diyar kir ku ji bo muzakereyên li Îmraliyê bi awayekî baş bimeşin divê beriya her tiştî tecrîd bê rakirin. Kanar got: "Divê di qanûnê de sererastkirinên qanûnî bên kirin û wekî Nelson Mandela ji bo Abdullah Ocalan jî şert û merc bên afirandin û piştre serbest bê berdan."   LI DIJÎ PÎVANÊN MANDELA NE   Kanar bi bîr xist ku Bahçelî bi daxuyaniyên xwe polîtîkaya tecrîdê qebûl kiriye û Erdogan jî piştgirî daye van daxuyaniyan. Kanar destnîşan kir ku desthilat ku li ser pirsên Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê îdîa kir ku tecrîdeke bi vî rengî tune ye, di vî warî de xwe derewandiye. Kanar diyar kir ku divê tecrîda bê şert û merc bê rakirin û mafê serbestberdana bi şert bê dayîn û got ku şert û mercên giran ên tecrîda li ser Abdullah Ocalan li dijî Pîvanên Mandela ne. Kanar got: “Mandela, ji ber ku li girtîgehê li dijî tecrîdê têkoşîneke mezin da, navê wî lê hat kirin. Her wiha divê di girtîgeheke nêzî mala malbata xwe de bê girtin. Ji xeynî vê, divê ew karibe hemî weşanên qanûnî bixwîne. Cezayê dîsîplînê yê herî giran be jî, hevdîtina malbat û parêzeran nayê astengkirin. Piştî ku ev yek pêk hat em dikarin behsa aştî û çareseriyeke rasteqîn bikin."   ‘DIVÊ TECRÎD BÊ RAKIRIN'   Kanar anî ziman ku piştî banga Bahçelî ya der barê Abdullah Ocalan de hevdîtina heyeta DEM Partiyê ya bi Abdullah Ocalan re girîng e û got: “Ez dixwazim bibêjim ku bêyî ku niyetên bên pirsîn hevdîtinên hatine kirin girîng in. Lê ez dixwazim vê yekê jî destnîşan bikim; dewlet xwedî projeyeke zelal nîne. Ger çareserî û hevdîtinên aştiyê dest pê bikin, divê beriya her tiştî tecrîda li ser Abdullah Ocalan bê rakirin. Şertê duyemîn jî ew e ku mafê perwerdeya bi zimanê dayikê bê qebûlkirin. Di lihevkirineke ku perwerdehiya bi zimanê zikmakî neyê qebûlkirin de çareseriyeke rast nîne. Ji aliyekî ve berdewamkirina tayinkirina qeyûman şaredariyên û berdewamkirina operasyonan nîşan dide ku desthilat ne samîmî ye. Ez bawer nakim ku desthilat di çareseriyeke rasteqîn de samîmî be."    Kanar got: "tenê hevdîtina heyeta DEM Partiyê têr nake. Wekî pêvajoya Mandela, divê parêzer û malbat jî karibin hevdîtinê bi Abdullah Ocalan re bikin. Ji bo vê jî divê Abdullah Ocalan têxin hepsa malê. Her wiha divê cezayê hetahetayê bê xerakirin. Paşê divê qanûnek bê çêkirin û di serî de Abdullah Ocalan û bi giştî hemû girtiyên siyasî bên berdan."    Kanar destnîşan kir ku divê hemû baro di vî warî de tevbigerin û bêhiqûqîtiya bi tecrîdê tê kirin bînin ziman û got: "Saziyên mafên mirovan jî divê bi dengekî bilind tecrîdê bînin ziman."    Kanar anî ziman ku ji bo hevdîtin baş bên kirin teqez divê Abdullah Ocalan bi parêzerên xwe re hevdîtinê bike û got ku her wiha divê DEM Partî ji bo vê serdana baroyan bike.    Kanar destnîşan kir ku çareserkirina meseleya kurd ne hêsan e û ji bo vê jî divê saziyên demokratîk, rêxistinên maf û hiqûqê û sendîka bi berpirsiyarî tevbigerin û got ku ji bo rakirina tecrîdê divê hemû sazî têkevin nava hewldanan.    MA / Esra Solîn Dal