Estukyan: Bi gotinên 'terorîstanê' ve diyalog dewam nake 2025-01-12 09:54:08 STENBOL - Nivîskar Pakrat Estukyan, anî ziman ku diyalog bi nîqaşên 'terorîstanê' re nayê domandin û wiha got: "Rewşenbîrên rojavayî paradîgmaya Ocalan têdigihêjin. Lê li Tirkiyeyê rewşenbîrên bi vî rengî nîne." Parlamenterên Partiya Wekheviya Gelan û Demokrasiyê (DEM Partî) Sirri Sureyya Onder û Pervîn Buldan di 28’ê kanûnê de bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ê li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê di tecrîda girankirî de tê girtin re hevdîtinek pêk anîbûn. Piştî hevdîtinê peyamên Abdullah Ocalan ên têkildarî çareseriyê bi raya giştî re hatin parvekirin. Şanda Îmraliyê ya DEM Partiyê bi partiyên ku di meclîsê de komên wan hene re hevdîtin kir. Tê payîn ku heyet serdanên xwe yên bi saziyên sivîl û partiyên çep û sosyalîst re bidomîne.   Nivîskarê Rojnameya Agosê Pakrat Estukyan nîqaşên 'pêvajoya nû' û peyamên Abdullah Ocalan nirxand.   ‘ASTENGIYA HERÎ MEZIN NETEWEPERESTÎ YE’   Estukyan anî ziman ku li Tirkiye û cîhanê li pêşiya aştiyê astengiya herî mezin neteweperestî ye û wiha got: “Neteweperestî ne hezkirina miletê xwe ye, lê nefreta miletên din e. Neteweperestî ne îdeolojiya hezkirinê ye, îdeolojiya nefretê ye. Yek ji astengên herî mezin ên li pêşiya aştiyê li Tirkiyeyê ew e ku partiyeke weke MHP’ê hewl dide li dibistanan ders bide. Wezareta Perwerdehiyê (MEB) bi Ocaxên Uluk re protokol îmze kir û ew vexwend ku li dibistanan dersê bidin. Aştî bi êrîşkariyê û tenê têkilî danînê pêk nayê. Ev ji bo welatê me û hem jî ji bo hemû welatên cîhanê tespîtek derbasdar e. Di derdoreke ku ev feraset serdest be, ne pêkan e hêviya aştiyê mezin bibe.”   ‘REWŞENBÎRIYEKE KU OCALAN FÊM BIKE NÎN E’   Estukyan balkişand ser paradîgmaya nû ku Abdullah Ocalan behsa wê kiribû û wiha got: “Abdullah Ocalan nikare tevkariyê li aştiyê bike. Ji ber vê yekê nikare bide; li hember wî kesên ku aştiyê têbigihêjin  û fêm bikin nîn in. Rewşeke diyalogê nîn e. Ocalan behsa paradîgmayeke nû dike. Ew pênaseya komara demokratîk û civaka demokratîk bi kar tîne. Behsa îmkanên gelan ên bi hev re dijîn dike. Lê muxatabên wan ne mimkûn e ku xwe bi vê paradîgmayê têbigihêjin. Kapasîteya wan a fêmkirina vî zimanî nîne. Ji ber vê yekê ez vê yekê rasteqîn nabînim. Paradîgmaya Ocalan ji aliyê rewşenbîr û feylesofên rojavayî ve tê fêmkirin, şîrovekirin û nirxandin. Şîrove û vegotinên li ser têne kirin. Lê em nikarin bersiva vê yekê di atmosfera siyasî ya Tirkiyê de bibînin. Kesekî xwedî taybetmendiyên rewşenbîriyeke wiha nîne. Rewşenbîr dev ji axaftinê li ser vê mijarê berdidin. Ji ber ku di şert û mercên heyî de îfadekirina ramanê di vî warî de bi hêsanî dikare wekî propagandaya 'rêxistina terorê' were pênasekirin. Mirovên ku dikarin bihizirin, di vê hewaya tirsê de nikarin ramanên xwe bînin ziman.”    ZIMANÊ SIYASETÊ   Estukyan da xuyakirin ku siyasetmedarên li Tirkiyeyê hîna jî Abdullah Ocalan weke 'rêberê terorê' bi nav dikin û got, "Ji bo herêma Rojava gotina 'terorîstan' bi kar tînin, muxatabên wan van fikran di pratîkê de tînin cih. Bi vî zimanî ne pêkan e ku diyalog berdewam bike. Ev ziman di dawiyê de digihe mijara dan û standinê. Dibêjin 'Daxwazên min ji we hene, ger hûn wan pêk bînin ez ê van tiştan bikim.' Em behsa hemwelatîbûna wekhev, qebûlkirina gelê ku nayê qebûlkirin dikin. Tu gotin derbarê vê yekê de tune ye.”   ‘PIRSGIRÊKA KURD HEMÛ ALIYAN ELEQEDAR DIKE’   Estukyan da zanîn ku pirsgirêka kurd hemû aliyan eleqedar dike û wiha axivî: “Em nêzîkatiyeke sivîl a ku li gorî aştiya gelan bersivê dide nabînin. Her çend li Tirkiyeyê bi awayekî fermî weke kêmnetewe nehatin pênasekirin jî, komên ku xwedî zimanê dayikê, girêdana etnîkî û olî cuda ne jî hene. Ermenî, yewnanî, cihû hene. Di vê wateyê de em nikarin ti helwesteke konkret ji wan bibînin. Niha coşa ku me di salên damezrandina Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) de dît, ji holê rabûye. Dema HDK'ê ava bû, çerkez, laz û etnîkên cuda li wir hebûn. Em niha jî dengê wan nabihîzin. Tirkiye bi giştî xwedî hewayeke wisa ye ku em tê de tu dengekî ne bi kêrî hikûmetê nabihîzin. Li aliyekî medyaya ku di bin dorpêçê de ye heye. Medyayek heye ku di dîrektîfa hikûmetê de weşanê dike. Li aliyê din dema ku medyaya civakî weke qadeke azad dihat dîtin, qedexeyên li wir jî ev herêm mehkûmî bêdengiyê kirin. Ji ber vê yekê xuya ye ku li Tirkiyeyê navgîneke ku fikr û ramanan derxe holê nemaye.”   ‘DÊ NEKARIBIN PÊŞÎ LI KURDAN BIGIRIN’   Estukyan diyar kir ku li dijî zext û astengiyan nekaribûn hişyarbûna kurdan asteng bikin û wiha pê de çû:  “Niha herî zêde endamên DEM Partî û HDP’ê hatine girtin. Bi vî awayî jî nekarî dengê vê rêxistinê bibire. Ne pêkan bû ku dengdêrên wî bitirsînin. Her çend dem bi dem hin guhertin di nav hilbijêrên pêkhatî de hatin dîtin jî, di binkeya bingehîn a dengdêran de ku li ser bingehê wê hatibû avakirin de cesaret tunebû. Ji aliyê konjukturel ve çend meh berê dihat gotin ku 'Hedefa din a Îsraîlê wê Tirkiye be'. Îsraîl tam berovajî vê dibêje. Îsraîl jî dibêje 'gefa din Tirkiye ye'. Ev jî balkêş e. Îsraîl Tirkiye li ser hebûna xwe weke xetere pênase dike. Li gorî vê, di çekdanîna xwe de bi plansaziyek diyar re derbas dibe. Wek mînak, ew hewcedariya lêdana Tirkiyê weke hincet ji bo kirîna mûşekên dûravêj nîşan dide. Li aliyekî faktora Îranê heye. Tirkiye welatek e ku hertim li ser dijberiya Îranê bûye. Welatên emperyalîst li ser Îranê hesabên pir cuda dikin. Lewma hêzên global ên emperyalîst jî li vir xwedî hin planan in. Ev ê bibe şerên pêşerojê mîna edebiyata zanistî. Şerên paşerojê dê bibin; Dema ku hûn dibêjin ev ê bibe, bingeha van hemûyan bi rastî li vir e.”   ‘KURD DÊ ŞAŞIYÊN BERÊ NEKIN’   Estukyan diyar kir ku gelê kurd niha hewl dide ‘pêvajoya xwe ya netewebûnê biqedîne’ û wiha got: “Xapandineke dîrokî ya ku kurdan 100 sal berê kiriye, heye. Dema ku nexşe di peymanên Sykes-Picot de ji nû ve hatin dîzaynkirin, pêşî welatê kurdan di nav 4 welatan de hat parvekirin. Li her yek ji van parçeyan komên ku ji bo serxwebûnê şer dikirin hebûn. Lê van tevgeran nikarîbûn têkiliyên eşîrî derbas bikin. Lê her çendî tevgera PKK’ê weke berteka li hemberî zilma li Tirkiyeyê hat avakirin jî, bû tevgereke ku bi pêşniyarên xwe bang li tevahiya gelê kurd kir. Loma jî eleqeya li ser wî ne tenê bi kurdên tirkan ra ye. “Kurdên li hemû erdnîgariyên din jî eleqe nîşanî vê tevgerê didin.”   Estukyan axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Radestkirina serokê tevgerê (PKK) bo Tirkiyê encama yek ji wan komployan e. Komployên navneteweyî organîze kirin û bi vê yekê bi ser neket. Niha kurd hewl didin pêvajoya avakirina neteweyan biqedînin. 100 sal berê miletê kurd tune dihat hesibandin. Eşîrên kurdan hebûn. Têkiliyên wan bi hev re tenê zimanî bûn. Ji xeynî wê asoya yekitî û têkoşîna kurdan a ji bo wê tune bû. Motivasyona wan a herî mezin olî bû. Ji ber vê yekê di qirkirina ermeniyan de di aliyê misilmanan de rol lîstin. Lê di nuqteya ku em îro gihîştine de, hişmendiya kurdewarî ji van hemûyan ders girtiye. Ew şaşiyên berê nakin.”   MA / Melîk Çelîk