Li Pîranê şitil hatin danîn 2025-01-12 15:11:56   AMED - Ekolojîstan li navçeya Pîranê çalakiya şitil danîn.    Kampanyaya danîna şitlan a bi pêşengtiya Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê di 1’ê Kanûnê de hatiye destpêkirin û dê heta 10’ê Nîsanê bidome, didome. Di çarçoveya kampanyayê de bi dirûşma “Li dijî madenvaniya hovane em bi şitlên xwe jiyanê jinûve zindî dikin” li gundên Pirejman û Herîdanê yên navçeya Pîranê ya Amedê çalakiya danîna şitlan hate lidarxistin. Komeleya Alîkarî Yekitî û Çandê ya bi Malbatên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Windakirin re (MEBYA-DER) jî tev li çalakiyê bû û piştgirî da.