Şahidên 14’ê Tîrmehê: Li dijî qeyûm em bi ruhê zindanê li ber xwe bidin 2025-01-12 16:08:00   MÊRSÎN - Şahidên Berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê ku li pêşiya Edliyeya Mêrsînê ne, wiha gotin: “Ji 7 salî heta 70 salî divê em li dijî qeyûman bi ruhê berxwedana zindanan li ber xwe bidin.”    Hevşaredarên Akdenîz a Mêrsînê Hoşyar Sariyildiz û Nûriyet Aslan û endamên Meclisa Şaredariyê Ozgur Çaglar, Neslîhan Oruç, Yakup Daniş û Hîkmet Bakirhan di 10’ê çileyê de bi serdegirtinên malan hatin binçavkirin û îro sewqî Edliyeya Mêrsînê hatin kirin. Di dema îfadeyên binçavkiriyan didomin de Parlamenterên DEM Partiyê, hevşaredar û bi hezaran kesan li pêşiya Edliyeya Mêrsînê binçavkirin protesto kirin. Di heman demê de şahidên Berxwedana Rojiya Mirinê ya 14’ê Tîrmehê jî hatin pêşiya edliyeyê û bertek nîşanî hewldana tayînkirina qeyûm dan.    'DIVÊ EM MAZLUMAN JI BÎR NEKIN Û LI BER XWE BIDIN’      Sedat Akbay ê ku di sala 1981’ê di 17 saliya xwe de li navçeya Curnê Reş a Rihayê hate binçavkirin, 45 rojan di bin çavan de hate îşkencekirin û piştre jî bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hate girtin û şandin Girtîgeha Hejmar 5 a Amedê, diyar kir ku bi sedan sala ye berxwedan bûye para gelê Kurd û wiha got: “Li Zindana Hejmar 5 a Amedê gelê Kurd, partiyê berxwedaneke nûwaze raber kir ku xwe bi dinyayê û Rojhilata Navîn da qebûlirin. Li dijî vî qeyûmê ku rûmeta mirovahiyê binpê dike, divê em baş li ber xwe bidin da ku bigihijin encamê. Qeyûmên li bakurê Kurdistanê, êrişên ser Rojava, hewldana xespkirina îradeya me, înkar û hewldana îmhakirina gelê Kurd, polîtîkayên vê îktîdara faşîst e. Lewma divê gelê Kurd ji 7 salî heta 70 salî bi ruhê berxwedana zindanan li ber xwe bide û bi vî ruhî xwe ava bike. Divê em Hayriyan, Kemalan, Mazluman ji bîr nekin û wisa li ber xwe bidin. Heke zarokên me xwe feda bikin, divê em jî bi rehetî li cihê xwe rûnenin.”    'BI MEHAN JÎ BIDOME EM Ê LI BER XWE BIDIN’      Ahmet Şeremet ku di sala 1982’yan de li Rihayê hate binçavkirin, ji Doza Sereke ya PKK’ê hate darizandin û piştre li Girtîgeha Hejmar 5 a Amedê hate îşkencekirin jî wiha got: “Dixwazin vîna gelê Kurd teslîm bigirin. Niha hewl didin li Akdenîzê îradeya me teslîm bigirin. Gelên me li vir xebitîn û Şaredariya Akdenîzê bi dest xistin. Navçeya Akdenîzê, bajarekî mozaîk e ku gel li vir bi hev re dijîn. Qeyûm tayînî gelek cihan kirin û niha jî hewl didin tayînî Şaredariya Akdenîzê bikin. Ev yek neheqî ye. Zextê li vîna mirovan dikin. Bi tank û topan şaredarî dorpêç kirine. Ev, bi eşkereyî hewldana xespkirinê ye. Bi mehan jî bidome em ê tevî gel li ber xwe bidin.”