ROJEVA 14’Ê ÇILEYA 2025’AN 2025-01-14 09:00:23   * Serokê Komeleya Aştiyê ya 10’ê Cotmehê Îshak Kocabiyik diyar kir ku têkoşîna aştî û edaletê girêdayî hev in û ji bo pêvajoya têkildarî pirsgirêka Kurd pêş bikeve hewceye îktîdar ziman û mejiyê xwe biguherîne.    * Li navçeya Peyasê ya Amedê dê “Pirtûkxaneya Berhemên Jinan” bê vekirin. (11.00)   * Li avahiya Rêxistina Bajar a DEM Partiyê ya Îzmîrê dê bi daxwaza “Li dijî şer aştiyeke birûmet, ji bo pirsgirêka Kurd çareseriya demokratîk” çalakiya nobetê were destpêkirin. (12.00-16.00)   * Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan dê di civîna Koma Meclisê de biaxive. (12.45) ZINDÎ   * Biryara tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Akdenîzê dê li gelek bajaran bi çalakiyan bê protestokirin. Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir jî dê tev li çalakiya li pêşiya şaredariyê bibe. (13.00-16.00) ZINDÎ